Navê karkerên di bin hezhezê de mane diyar bûn

SÊRT - Li navçeya Şîrvana Sêrtê di kanek bakirê de hezhez pêk hat û ji 16 karkerên di bin hezhezê de mane 3 jê jiyana xwe ji dest dan. Navê karkerên di bin hezhezê de mane diyar bûn.

Li gundê Maden ê Şîrvana Sêrtê di saetên şevê de hezhez pêk hat. Di dema bûyerê de 8 kamyon, 3 weyasîtên kar û gelek karker dibin hezhezê de man. Ji 16 karkerên di bin hezhezê de man 3 jê jiyana xwe ji dest dan. Navê karkeran diyar bû; cenazeyê Savaş Kizilkan û Murat Ant ji bin hezhezê hat derdixtin û ji bo karkerên bi navê Bedrî Çayli, Bakî Aydin, Mahmut Batumak, Nusret Beyazelma, Reşît Can, Halîl Başer, Kerem Arat, Sedat Bulut, Şefîk Tuncer, Îsmaîl Tekîn, Îbrahîm Kiliç, Alî Sonmezsoy û Yavuz Yildiz werin rizgarkirin xebat didomim.

Hezheza ji ber barîna baranê pêk hat, ji bo kakerên di bin hezhezê de bên rizgarkirin maseya krîzê hat avakirin û ekîpên rizgariyê ji Amedê jî sewqî herêmê hatin kirin. Li aliyê din li herêmê di 25’ê Tîrmehê de hezhez pêk hatibû û kesekê jiyana xwe ji dest nedabû lê 6 kamyon û 2 wesayîtên kar dibin hezhezê de mabûn.

JI WALÎTIYÊ DAXUYANÎ

Walîtiya Sêrtê piştî hezhezê ji bo karkerên di bin hezhezê de mane daxuyaniyek da çapemeniyê. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cenazeyê 3 karkeran hatiye derxistin. Lê walîtiyê di daxuyaniya xwe ya duyemîn de da zanîn ku ew gihiştine cenazeyê karkerekî, cihê cenazeyê du karkeran jî hatiye tesbîtkirin û xebatên ji bo dîtina 13 karkeran jî berdewan dike.

Di daxuyaniya duyemîn a walîtiyê de wiha hat gotin: “Li gundê Maden ê navçeya Şîrvanê di kanek bakirê de dema karker dixebitîn hezhez pêk hat. Di bin banê walîtiyê de navenda krîzê hatiye avakirin û demldest dest bi xebatên rizgarkirinê hatine kirin. Cenazeyê karkerekî hatiye derxistin, cenazeyê 2 karkeran hatiye tesbîtkirin û ji bo 13 karker bên rizgarkirin xebat berdewam dikin.”

SEDEMA HEZHEZÊ BARANA ZÊDE YE

Di daxuyaniya ku tê gotin ku sedemê hezhezê barana zêdeye, hat diyarkirin ji herêmên din ekîbên rizgarkirinê hatibe sewqkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji herêmê ekîbên rizgarkirinê hatine sewqkirin. Ji ber li herêmê rîska berdewamkirina hezhezê heye xebatên rizgarkirinê bi piştgiriya AFAD, Kizilay, Wezareta Tendirûstiyê, rêveberê şîrketê û cendirmeyan bi awayekî bi kontrol tên kirin. Hezhez ji ber barana zêde pêk hatiye û hêjî xebatên lêkolîna wê berdewam dikin.”

Li aliyê din Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca û Hevserokê HDP’a Sêrtê Abdullah Çetîn ji bo lêkolînan pêk bînin çûn cihê bûyerê.