Îtîraza ji bo girtina Rojnameger Şik hat redkirin

STENBOL - Îtîraza ji bo girtina Rojnameger Ahmet Şik hat kirin ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ve hat redkirin.

Îtîraza ji bo girtina Rojanemger Ahmet Şik ê ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî bi sûcdariya “propagandaya PKK û FETO/ PDY kiriye” hat girtin hat redkirin. Îtîraz ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ve hat redkirin. Dadger diyar kir ku biryara dadgeha nobedar daye di cih deye û îtîra red kir. Di hinceta dadgehê de ev tişt hatin diyarkirin: “Ji ber di biryarê de delîlên ku sûcdariyê nîşan didin bi quwetin û naveroka dosyaya lêpirsînê li gorî hatiye xwestin hatiye amadekirin, biryara girtinê li gorî nirxên girtinê ne, ji ber delîlên heyî li şona girtinê berdana bi kontrola edlî ne mumkune, dema li vana hemûyan tê nêrîn biryara girtinê ya 8’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê di cih de ye û wijdanî ye.”

Ahmet Şik, di 30’ê Kanûna 2016’an de ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ve hat lêpirsîn kirin bi sûcdariya “propagandaya PKK û FETO/ PDY kiriye” hat girtin. Parêzerên Şik di 2’yê Çileyê de bi daxwaznameyekê girtina Şik îtîraz kiribûn û xwestibûn biryara girtinê bê rakirin.