ENQERE - Derbarê ÎHD, TÎHV, SES û MAZLUMDER’ê de ji ber ku li bajarên kurdan ên qedexe hatine îlankirin rapor amade kirine ji 301’an lêpirsîn hat vekirin.
Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve bi madeya TCK’ê a 301’ê derbarê Kolemeya Mafê Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tendirûstiyê ya Kedkaran (SES), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Piştevaniyê ya Mafê Mirovan û Mazluman (MAZLUMDER) de lêpirsîn da destpêkirin.
Hinceta lêpirsînê jî wekî ji ber derbarê bajarên din ên kurdan ên ku qedexeyên derve hatine îlankirin rapor hatine amadekirin hat nîşandan. Wezareta Serfermandariya Leşkerî derbarê raporên saziyan amade kirine de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kri.
ERDOGAN GOTIBÛ ‘BILA SERDE BIÇIN’
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di 7’ê Nîsana 2016’an de di 171’emîn salvegera avakirina Damezrandina Teşkîlata Polîsan de axivîbû û bi gotinên “Divê biçin ser kesên ku ev rapor weşandine. Rapora çiye diweşînin” saziyên mafê mirovan hedef nîşan dabûn.
BISEDAN SIVÎL HATIN KUŞTIN
Li gorî daneyên saziyên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, di 16’ê Tebaxa 2015’an ku yekemîn qedexeya derve hat îlankirin û heta 16’ê Tebaxa 2016’an herî kêm 321 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ji van kesan 79 jê zarok, 71 jê jin û 30 kes jî 60 salî bûn. Dîsan di daneyan de herî kêm 202 sivîl di sînorên malên xwe de 23 kes jî ji ber qedexeya derketina derve û pirsgirêkên tendirûstiyê jiyana xwe ji dest dan.
Rewşa balkêş jî ewe ku ji 202 kesên sivîl ên di sînorên malên xwe de hatin qetilkirin 147 jê li navçeya Cizîrê pêk hatine.