AMED - Quluba Faaliyetên Sporê ya Amedê lijneya xwe ya awarte pêk anî. Di kongreyê de hat gotin ku ew qulûba hemû aliyên wêdekerin û banga xwedî derketina li komê kirin.
Quluba Faaliyetên Sporê ya Amedê 2’yemîn Lijneya Giştî ya Awarte ya xwe li odeya civîne ya Yeketiya Odeya Sanatkar û Esnafên Amedê (DESOB) pêk anî. Kongre piştî rêzgirtina ji bo Şehmus Ozer ê di qezayê de jiyana xwe ji dest da û kurte filmekê destpê kir. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp tevlî kongreyê bûn û peyama serokwekîla Koma HDP’ê Ahmet Yildirim a ji kongreyê re şandî hat xwendin.
Îhsan Avci ku wekî Serokê Lijneya Dîvanê hat hilbijartin diyar kir ku Amedspor ji koma bajar zêdetir rolê koma hemû aliyên li Tirkiyeyê hatine wêdekirin girtiye ser milê xwe û wiha got: “Divê Stada Ataturk a li bajar xwedî cihekê kolektîf û girînge qurbanî rantê neyê kirin. Divê li şûna stadê tesîsên sporê yê ku dê rewşa stardê biparêzin bên avakirin. Em ê hertim bêjin bila zarok ne mirin bên temaşeyî maçê bikin.”
BANGA XWEDÎDERKETINÊ LI GELÊ AMEDÊ KIRIN
Hevserokê qulubê Nurullah Edemen, anî ziman ku ji roja Amedspor hat damezrandin heta niha, rastî êrîş û zextan hatiye û wiha pêde çû: “Derdor her roja ku diçe mezintir dibe, ji bo em bingehek baş ava bikin xebatên me didomin.”
Serokê Koma Alîgirên Berxwedêr ên Amedsporê Ramazan Fîdan jî bang li gelê Amedê kir ku li dora takima xwe bibin xelek.
Piştî rapora kar hat xwendin, guhertinên di rêziknameya qulubê de bi dengdanê hatin qebûl kirin.
Di kongreya ku rêveberiya nû hat hilbijartin de serokê qulubê Nurullah Edemen, spasiya lijneyê kir.