Amedî bangî Soylû kirin: Bêaramiyê neke

AMED – Piştî Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû daxuyand ku ew bê Amedê û heta adarê li ser oprasyonan be, gelê herêmê li dijî vê daxuyaniya wî bertek nîşan da û dest nîşan kir ku, Soylû bêaramiyê dike û xistiye serê xwe ku kurdan bikuje.

Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû yê ku li şûna Efkan Ala hat tayînkirin, ji roja ku hatiye ser kar heta niha bi vegotinên xwe yî nîjadperestî her di rojevê de ye û daxuyand ku, ew ê di 20’ê mijdarê de were Amedê û heta adarê li bajêr bimîne. Hat zanîn ku, dê Soylû operasyonên ku li herêmê didomin ji nêz ve bişopîne. Soylûyê ku dê bê herêmê, ji niha ve rastî bertekên gel tê.

‘WÊ BI KUŞTINÊ NIKARIBIN KURDAN BIQEDÎNIN’

Ji niştecihên bajêr Hamza Sagir anî ziman ku, heke Soylû were Amedê, wê tu aramî ji wan re nemîne. Sagir diyar kir ku, ji xwe nêvengeke rageşiyê heye, heke Soylû bê wê ev rageşî zêde bibe û wiha axivî: “Hatina Suleyman Soylû ya vir, wê çi fêda wê ji min re hebe. Wê ji bilî xesarê tu tişt jî nebe. Hatina Soylû, zêdebûna bêaramiyê ye. Suleyman Soylû jî were, zilamekî din yê dewletê jî were, ew li dijîme derbe ye. Ev 30 sal e me kurdan dikujin ûd ibêjin em ê wan biqedînin. Bila vê zanibin, wê nikaribin me biqedînin. Wek gel, em ê pirsgirêkên xwe xwe bi xwe çareser bikin. Em bi wan kesên vê li me zilmê dikin bawer nakin ku wê pisrgirêka me çareser bikin. Heke wisa bûna, wê hevserokên me yî me ew hilbijartin negirtanan û qeyûm tayînî şûna wan nekirinan.”

‘EM NAXWAZIN BÊ’

Welatiyê bi navê Cahît Tûran jî anî ziman ku, ji ber polîtîkayên hikûmetê yên niha dema ew diçin malên xwe jî ditirsin. Tûran ê ku hatina Soylû wek zêdekirina êrîş û pêkûtiyan niraxand wiha axivî: “Ya em niha dijîn ne OHAL e, rêveberiya awarte ye. Mebesta hatina Soylû, tepisandina me ye. Mebesta hatina wî, tê wateya ku wê were heta malên me û çawa bixwaze wê wisa tevbigere. Em naxwazin were. Ew çiqas wisa tevbigerein, em kurd jî em ê ewqas xwedî li hev derdikevin. Em ne bawerin wê Soylû li herêmê bibe çareserî.”

‘ZILAMÊ TANSÛ ÇÎLLERÊ’

Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku, Soylû zilamê Tansû Çîllerê yê yekem bû û wan polîtîkayên wê demê yên li dijî kurda niha Soylû dewr girtiye. Welatî dest nîşan kir ku, dewlet çareseriyê di kuştina kurdan de dibîne û anî ziman ku, dê ev hesab tarûmar bibin.