DÎLOK – Welatiyê ku ji ber formaya li ser "Kurdistan" heye li xwe kiriye hatiye binçavkirin îdia kir ku 5 rojan hatiye derbkirin û rastî heqeretê hatiye.
Li navçeya Şahînbey a Dîlokê welatiyê bi navê Necat Taşkan ê li sehayê dema ku futbol dilîst formaya li ser "Kurdistan" heye li xwe kiriye hate binçavkirin îdia kiri ku di bin çavan de 5 rojan rastî heqeret û derbê hatiye.
'ÇIMA VAN LI XWE DIKIN'
Taşkan anî ziman ku di saetên êvarê de li Duztepeyê li sepayê futbol lîstine, piştî maçê polîsên ku hatine wir ew bin çav kirine. Taşkan da zanîn ku dema sedema binçavkirinê pirsiye gotina "hûn çima formayên bi vî rengî li xwe dikin" bi kar anîne û wiha berdewam kir: "Ez li vir 5 rojan di bin çavan de mam. Tenê ji ber formayekî pêkanînên ku min nedît nema. Hevdîtina bi parêzeran ve qedexe bû. Bi awayekî kêf3i min ragirtin û rastî heqeretê hatim."
'ÊRÎŞÎ HEMÛ TIŞTAN DIKIN'
Taşkan diyar kir ku mirovên ku maf û çanda xwe diparêzin di bin êrîşê de ne û aydi kurdan çi hebin di bin xetereyê de ne. Taşkan got ku ew ê têkîldarî tiştê ku jiyayê dê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bide.