COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya ku sermayeke dijwar bi her awayî bandora xwe nîşan dide, ji ber mij û boranê kes kesî nabîne.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, ku hewaya sar bi her awayî bandora xwe nîşan dide ji danê êvarî ve jî mijeke zêde xwe lê rapêçaye. Ji ber mija zêde mesafeya dîtinê ji 5 metroyan kêmtir bûye û ajokarê pêşiya xwe nabînin, ditengijin.