Leyla Bîrlîk: Tu wateyeke derketina bi tena serê xwe tune ye

STENBOL- Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk a ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê hat tehliyekirin wiha got: "Tu wateyeke derketina min a bi tena serê xwe tune ye."

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina doza ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hatibû vekirin bû. Dadgeh bryara tehliyeya Bîrlîkê da.

Li têketina girtîgehê Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan, Parlemnetera Mûşê Bûrcû Çelîk û gelek partiyiyan Bîrlikê pêşwazî kir. Bîrlik wiha got: "Bi rastî jî derketina derve gaveke baş e. Wek me di serî de got, pêvajoyeke derhuqûqî bû. Diviya bi tahliyeyê bihatana encamkirin. Lê dema derketim, bi kêfî derneketim. Li hundur hevalên min î parlementer hene. Min li hundur ew hiştin. Niha ji ber fikrên xwe an jî ji ber hikûmet rexene kirine bi hezaran mirov girtî ne. Bi rastî jî şert û emrcên girtîgehê zaf xerab in. Binpêkirinên mafan hene. Me bi xwe ew dîtin. Bi hezaran mirov li girtîgehê rastî vana tên. Hêvîdar im serbestberdana min dubara nêvengeke demokratîk û aştiyane bîne Tirkiyeyê.

Hêviyek çêbû. Tu wateyeke derketina min a bi tena serê xwe tune ye. Dema em niha li hevalên xwe yî parlemente rên hatine girtin difirkirin, em dibêjin divê ne wisa bûna. Dema karmendên înfazê li hudur ji min re gotin derbasî be, diyar bû hêviya dubare dê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê xwe bide der li wan peyda bûbû. Ji ber vê bi hêvî bûn. Hêviya me ew e ku, hevalên me yî hatin girtin serbest bên berdan."

Piştî daxuyaniyê Bîrlîk û HDP'Î ji ber girtîgehê veqetiyan.