AMED – Bi derxistina KHK’ya dawî re li Amedê 193 kedkarên tenduristiyê hatin îxrackirin û bi vê re bû sedema rûxandina xizmeta tenduristiyê. Bi îxrackirina kedkarên tenduristiyê re, klînîkên zarokan jî di nav de gelek polîklînîk hatin girtin.
Bi Biryarnameya di Hukmên Qanûnê de (KHK) ya di 29’ê cotmeha 2016’an de, li Amedê 193 kedkarên tenduristiyê hatin îxrackirin. Ji yên hatin îxrackirin zêdeyî 100’î jê ji Zanîngeha Dîcleyê, 74’ê jê jî endamê Sendîkaya Kedkarên tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) û tendurîstkarên li nexweşxaneyên cemaweriyê dixebitin pêk tên. Piştî biryara îxracê gelek yeke ji ber îstîhdam pêk nehat, hatin girtin. Ev rewş li gel kedkarên tenduristiyê bû sedema mexdûrbûyîna welatiyan jî.
SERWÎSÊN ZAROKAN HATIN GIRTIN
Di vê çarçoveyê de polîklînîkên Nefrolijiya Zarokan, Gastroentrolijiya Zarokan û Norolojiya Zarokan ên li Nexweşxaneya Tendursitiya Zarokan a Zanîngeha Dîcleyê, ji ber nebûna bijîşkan hatin girtin. Dîsa polîklînîka Cerahiya Demarên Dilî ya li Nexweşxaneya Dil a Zanîngeha Dîcleyê jî, ji ber nebûna bijîşkan hat girtin. Her wiha li polîklînîka Nefrolojiyê ya Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê jî, tenê bijîşkek hebû, ew jî hat îxrackirin.
PASAPORTÊN WAN HATIN BETALKIRIN
Piştî îxrackirina gelek kedkarên tenduristiyê, ji ber li nexweşxaneyan ev valahî nehatiye tijekirin gelê Amedê zêde ji xizmeta tenduristiyê fêdê nagire. Ji ber polîklînîkên zarokan hatin girtin û rewşên lezgîn ên wek by-passê welatî ji neçarî diçin Meletî, Xarpêtê û hwd. Ev sepandinên bûn sedema rûcandina tenduristiyê, mafê herî xwezayî yê welatiyan asteng dike û her wiha bêyî pesariyeke huqûqî bê nîşandan bi îxrackirinê gelek kedkarên tenduristiyê mexdûr kiriye.
Ev mexdûriyet tenê bi ji dûrxistina ji peywirê ya kedkarên tenduristiyê re nehatiye sînorkirin. Di ehman demê de bi îxracê re, pasaportên tenduristkaran jî hatin betalkirin û derketina wan î dervayî welat hatiye astengkirin.
LI DJÎ TÊKOŞÎNA AŞITIYÊ ÎXRAC
Li tevahiya Tirkiyeyê 434 kedkarên etnduristiyê yên endamên SES’ê hatin îxarckirin. Bi KHK’ya dawîn re jiw an kesên hatin îcrackirin yek jê jî Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Selma Atabey e. Atabey diyar kir ku, ew tu carî nebûne karmendên dewletê, bereksê wê bûne karmendên gel. Atabey dest nîşan kir ku, sedama îxracê jî ji ber vê sekna wan bûye û wiha got: “Wek SES’ê me têkoşîna ked, aitî û demokrasiyê da. Lê belê, bi KHK’yan re bêyî pêvajoyeke huqûqî û edlî bê destpêkirin û hincet bên nîşandan, ew hatine îxrackirin.”
‘CIVAKÊ MEHKÛMÎ MIRINÊ DIKIN’
Atabey anî ziman ku, îxrackirin hem kedkarên tenduristiyê hem jî gel zêde mexdûr kiriye û wiha axivî: “Li nexweşxaneyan bi îxrackirina bijîşk û hemşîreyan, kêmaniya xebatkaran zêde bû û gelek serwîs jî hatin girtin. Li nexweşxaneyan gelek yeke êdî nikarin xizmetê bikin. Mirovên hejar ji neçarî diçin derveyî bajêr an jî ji ber niakrin miçin mehkûmî mirinê tên kirin. A rast civakê mehkûmî mirinê dikin.”
WÊ SERÎ LI DMME’YÊ BÊ DAYÎN
Atabey diyar kir ku, ew ê li dijî van îxarckirinan pêvajya huqûqî bidin destpêkirin û piştî rêyên huqûqa navxweyî xitimîn ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Atabey dest nîşan kir ku, ew li gel KESK’ê xebatên piştevaniyê didomînin û ji bo kedkarên hatine îxrackirin beşdarî hilberînê bibin tevdigerin.