Hevserokên HDP'a Stenbolê Erbaş û Guzel hatin girtin

STENBOL - Li Stenbolê Hevserkên HDP'a Bajêr Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî di nav de, 10 kesên hatin binçavkirin û piştî 23 rojan sewqî edliyeyê hatin kirin, bi îdiaya "Endamên rêxistinê" hatin girtin.

Piştî teqîna bombeyî ya li Beşîktaşa Stenbolê, 10 HDP'iyên hatin binçavkirin, piştî 23 rojên binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin û der barê wan de biryara girtinê hat dayîn. Piştî îfadedayîna li dogeriyê, HDP'iyên sewqî dadweriya lêpirsînê ya nobedar hatin kirin, der barê wan de biryara girtinê hat dayîn.

Di nav kesên hatin girtin de; Hevserokên HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel, endam û rêveberên partiyê Mehmet Tayyîp Aslan, Suleyman Ozcan, Muhîttîn Aslanboga, Ramazan Çetînçakmak, Feremez Erkan, Ayşe Karadag, Selahattîn Yilmaz û Halîs Toprak heye.

Her wiha Nesrîn Tongûç û Ferît Yalçin ên di çarçoveya heman operasyonê de hatin binçavkirin jî, bi şertê venêrîna edlî rastî cezayê hepsa malê hatin û Ahmet Narim jî serbest hat berdan.