AMED - Waliyê Amedê qedexeya derketina derve li 10 gundên Lîcê îlan kir.
Walîtiya Amedê li 10 gundên Lîcê qedexeya derketina kolanan û derve îlan kir. Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku li sînorê navçeya Lîcê li qadên daristan û çiyê ji ber endamê rêxistinê lê xebatê dikin, li dijî endamê rêxistinê li gorî zagona hêjmar 5442'an operasyon hatiye destpêkirin. Di çarçoeya operasyonê de li gundên Kayacik, Ortaç, Yalaza, Tepe, Arikli, Serince, Çagdaş, Uçari , Dibekkoy Yolçati ji saet 05.00'ê 05'ê çileya 2017'an û şûnde qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.