Xeyala wî bi qeyûman pêk hat!

AMED – Li dijî şaredariyên DBP’î yên di hedefa AKP û Serokomar Erdoganî de ne, her roj zêde dibin û ji 11’ê îlonê heta niha 3 jê şaredariyên bajarê mezin, bi giştî 34 şaredarî qeyûm tayînî wan hatiye kirin. Her wiha 37 hevşaredar jî, hîn jî girtîne.

Şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di hilbijartinên 31’ê adara 2014’an de, ku wê demê di bi banê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) de ketibûnhilbijartinê, li tevayiya Tirkiyeyê serkeftineke mezin bi dest xistibûn. Şaredariyên DBP’î yên ku li bajarên wek herêmên mahrûmiyetê hatibûn îlankirin di bin şert û mercên zehmet de rêveberiyên herêmî îdare dikin, ev salek rastî êrîşên dijwar tên. Her wiha piştî 15’ê Tîrmehê sepandinên OHAL’ê û Biryarnameyên di HUkmên Qanûnan de jî, li dijî şaredariyên DBP’î tên bikaranîn.

‘DI 67 ROJAN DE QEYÛM TAYÎNÎ 34 ŞAREDARIYAN HAT KIRIN’

Bi dosyayên lêpirsînê yên ku bi lez û ebz hatin çêkirin re, gelek hevşaredar ji peywirê hatin dûrxistin û girtin. Niha 2 jê wekîlê hevşaredaran, 36 hevşaredar girtîne û der barê 7 hevşaredaran jî biryara lêgerînê hatiye dayîn. Dîsa 38 hevşaredar jî ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn ji peywirê hatine girtin. Di 11’ê îlonê de Wezareta karên Hudnurîn 2 bajar, 2 jê jî bajarok bi giştî tayînkirina qeyûman mudaxileyî 24 şaredariyên DBP’î kir. Herî dawî bi tayînkirina qeyûman a ji bo Amed, Mêrdîn, Wan, Sêrt û Dersimê re 3 jê bajarên mezin, 5 jê bajar, 23 jê navçe, 3 jê jî bajarok bi giştî qeyûm tayînî 34 şaredariyan hat kirin. Her wiha li navçeyên Wêranşar û Hewagê yên Rihayê û Gevera Colemêrgê jî, hemû faaliyet tabiî destûra qaymeqam hatiye kirin û di bin rêveberiya qeyûêa fiîlî de ne.

34 HEVŞAREDAR GIRTÎNE

34 hevşaredar û 2 wekîlên serok ên DBP’î hîn jî girtî ne. Navê girtiyên kesên hatine hilbijartin wiha ne:

Wekîlê Serokatiya Şaredariya Geverê Adîle Kozay

Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû û Nûrûllah Çîftçî

Hevşaredarên Qelqeliyê Şerafettîn Ozalp û Handan Bagci

Hevşaredarên Bajaroka Hoşhaberê Kasim Aggun û Alî Çam

Hevşaredarên Erdîşê Abdûrrahman Çagan û Dîba Keskîn

Hevşaredarên Kopê Fîgen Yaşar û Rahmî Çelîk

Hevşaredarên Qereqoçanê Bûrhan Kocaman û Cennet Ayik

Hevşaredara Kerboranê Zeynep Şîmşîk

Hevşaredara Bêşebabê Seyran Argan

Hevşaredarên Dêrikê Abdûlkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya

Hevşaredara Giyadînê Hazal Aras

Hevşaredarê Erxeniyê Aygun Taşkin

Wekîlê Hevşaredariya Colemêrgê Nazmî Coşkûn

Hevşaredarên Hezexê Nevîn Oyman û Mehmet Muhdî Aslan

Hevşaredara Tatosê Tulay Karaca

Hevşaredarê Hênê Abdûrrahman Zorlû

Hevşaredara Serayê Zîlan Aldatmaz

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli

Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay

Hevşaredarên Bajaroka Ovakişlayê Ahmet Demîr û Sevîn Karakoç

Hevşaredarên Gimgimê Sabîte Ekîncî û Huseyîn Guneş

Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Konûr

Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan

Hevşaredarên Dersimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn

NE BI HILBIJARTINÊ BI QEYÛMAN EW JI PEYWIRÊ GIRTIN

Di gulana 2012’an de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdoganî li Enqereyê di civîna serokên bajaran de, der barê Amed, Wan û Mêrdînê de wiha gotibû: “Teqez ez Wan, Amed û Mêrdînê dixwazim.” Wê demê Selahattîn Demîrtaş jî wiha bersiva Erdoganî dabû: “Serokwezîr şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê dixwaze. Em jî şaredariyên Parîs, Roma, New Yorkê dixwazin, lê nabe ka em çi bikin. Ew şaredariyên ku em dixwazin, bi destxistina wan çiqas zor û xeyal be jî, yên ku Serokwezîr dixwaze jî ewqas zor û xeyal e.” Piştî wan gotinên Erdoganî yên wê demê, BDP di hilbijartinên 31’ê adara 2014’an de şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê bi dengên zêde wergirtibûn. Her 3 şaredariyên bajarê mezin ên bi hilbijartinê bi dest neketin, niha bi qeyûman tên xespkirin.

Şaredariyên DBP’î yên bi qayûman hatin destserkirin û dengên ku di hilbijartinê de wergirtibûn wiha wiha ne:

*Şaredariya Êlihê: rêje 55.89

* Şaredariya Colemêrgê: rêje 66.83

* Şaredariya Giyadîn: rêje 48.43

* Şaredariya Bişêriyê: rêje 50.45

* Şaredariya Kercewsê: rêje 52.43

* Şaredariya Farqînê: rêje 69.55

* Şaredariya Sûrê: rêje 54.41

* Şaredariya Xinûsê: rêje 39.08

* Şaredariya Tûzlûcayê: rêje 51.67

* Şaredariya Kerboranê: rêje 60.16

* Şaredariya Dêrikê: rêje 64.4

* Şaredariya Şemrexê: rêje 61.71

* Şaredariya Nisêbînê: rêje 78.78

* Şaredariya Kopê: rêje yüzde 45.84

* Şaredariya DihêÊ rêje 52.37

* Şaredariya Pirsûsê: rêje 52.58

* Şaredariya Cizîrê: rêje 81.61

* Şaredariya Silopiyayê: rêje 78.19

* Şaredariya Hezexê: rêje 78.9

* Şaredariya Artemêtanê: rêje 50.91

* Şaredariya Erdîşê: rêje 49.43

* Şaredariya Rêya Armûşê: rêje 48.32

* Şaredariya Qelqeliyê: rêje 71.62

* Şaredariya Îkîkopruyê: rêje 56.22

* Şaredariya Hoşhaberê: rêje 61.75

* Şaredariya Hênê: rêje 45.8

* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: rêje 55.32

* Şaredariya Şirnexê: rêje 60.91

* Şaredariya Gimgimê: rêje 63.40

* Şaredariya Bajaroka Ovakişlayê: rêje 35.12

* Şaredariya Sêrt: rêje 47.1

* Şaredariya Bajarê Mezin aMêrdînê: rêje 52.2

* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: rêje 53.1

* Şaredariya Dersimê: rêje 42.4