AMED - Derbarê balefira F-16 ya ku li Amedê hat xistin an jî ketiye xwarê ku hêjî rayedaran daxuyaniyek fermî ne daye de koma lêkolîna bûyerê ya ji aliyê Fermandariya Hewayî ve hatiye peywirdarkirin ji gundiyan dipirsin ka balefir çawa ketiye.
Balefira şer F-16 a ji 8'emîn Jeta Navendî ya girêdayî 2'yemîn Fermandariya Hêzên Hewayê ya Taktîkê ya Amedê ku di 12'yê Kanûnê de rabû, di dema dihat xwarê saet di 19.30'an de 2 kîlometre li durî balefirgehê ket nava zeviyên di navbera gundên Çarikli û Yeşîldere yên Sûrê. Piştî bûyerê bi rojan parçeyên balefirê dihatin kom kirin û ligel ku li ser re mehek derbas bûye jî hêjî ji aliyê Fermandariya Serleşkerî ya Hewayê ve daxuyaniyek fermî ne hatiye dayîn.
HPG’ê diyar kir ku balefir ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye xistin, Fermandariya Hêzên Hewayê jî beriya ji bo sedema ketina balefirê û tiştên bûne sebebê wê li qutiya reş binêrin komek lêkolînê ya qezayê peywirdar kir û ji Qeyseriyê rêkir Amedê. 3 kîlometrekareya cihê balefir lê ketiye hat girtin. Cihên ku parçeyên balefirê ketîneyê hatin tesbîtkirin û di bin ewlehiya balkêş de dest bi lekolînan hat kirin. Li aliyekê dest bi rakirina parçeyên balefirê hatin kirin li aliyê din sedemê ketina wê dê piştî lêkolînan derkeve holê.
XWESTIN KU BÛYERÊ JI KESEKÊ RE NEBÊJIN
Gundiyên ku piştî balefir ket û xwe gihandin pîlotên ku bi saxî rizgar bûne, di 4’ê Çileyê de ji bo îfade bidin bangî wan hat kirin. Şahidekî bûyerê ku ji ber ewlehiyê ne xwest navê xwe bide wiha got: “Şeva bûyer pêk hatî me dengê teqînek bihêz bihîst û piştre ez bi cîranên xwe re çûm cihê bûyerê. Ji ber gaza ji balefirê derketî ez û 5 cîranên min rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Em li nexweşxaneyê 2 rojan hatin dermankirin û piştre em derxistin. Polîs hatin mala me û gotin ji bo îfade bide dê te bibin. Em birin Midûryeta Polîsan a Amedê. Ji me bûyer çawa qewimiye pirsîn. Pirsa ‘wê şevê li derdora gund we kesên nenas dîtine yan na?’ pirsîn. Piştî me bûyer vegot gotin derbarê balefirê de bi kesekê re ne axive.”
Jinekî ku balefir 200 metre nêzî mala wê ketiye jî da zanîn ku koma lêkolînê hatiye mala wê, pirsa balefir çawa ketiye li wê kiriye, piştî wê gotiye nizane kom nerihet bûyer û ji malê derketine.
JI BO BALEFORÊN DIN NE KEVEIN DI NOBETÊ DE NE
Gundiyek din jî bi lêv kir ku ligel ku li ser rakirina parçeyên balefirê re du hefte derbas bûne jî polîsên tîmên taybet li nava gund û derdora wê nobetê digirin û wiha axivî: “Me ji polîsan pirsî hûn çima nobetê digirin wan jî got; ‘Ji bo balefirên din ne kevin em li virin’.”
ÇI ÇÊBÛBÛ?
Di 12'ê kanûnê de balafira şer a F-16 dema daket 8'emîn Binkeya Jetan a 2'yemîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê, li ser gundê Yeşîlderê ya Amedê ketibû xistin. Balafira dema ketibû xwarê perçe perçe bûbû. Enkaza balafirê 5 rojan li nava zeviyan belavbûyî hat hiştin. Piştî rayedarên leşkerî li cihê bûyerê lêkolîn kirin perçeyên engaza balafirê rakirin û rakirin. Piştî lêkolîn bi dawî bû, di 17'ê kanûnê de leşker û polîsan perçeyên balafirê kom kirin û bêdeng û bê agahî birin. Nehat zanîn ku perçe birin ku. Heta niha rayedarên Hêzên Artêşa Tirk (TSK) û rayedarên hikûmetê têkildarî ketina balafirê daxuyaniyek fermî nedane. Welatiyên gund ku bûbûn şahid jî diyar kiribûn ku wan dît berê dengê çekan û teqînê hat û piştî perçe ji jêr çûn li balafirê ketin, balafir ket xwar. Rayedaran di destpêkê de got arîzeya teknîkî ye û ew lêkolîn dikin û piştre der barê xistinê de tu agahî nedan. Welatiyên bûn şahidê xistinê jî diyar kirin ku balafir hatiye xistin.