Di 2000'î de mohra DSP'ê, di 2016'an de jî ya AKP'ê li kurdî bû bela!

STENBOL - Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, di sala 2000'î dema îktîdara Partiya Çep a Demokratîk (DSP) a Ecevît de deriyê wê hatibû mohrkirin û vê carê jî ji aliyê îktîdara AKP'ê ve deriyê wê hat mohrkirin. Hevserokê Enstîtuyê Zimanzan Samî Tan ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê bang li hemû kurdan kir.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya bi biryara Wezareta Karên Hundurîn deriyê wê hat mohrkirin, di 18'ê nîsana 1992'yan de li Stenbolê ji aliyê Mûsa Anter, Feqî Huseyîn Sagniç, Îsmaîl Beşîkçî, Abdûrrahman Durre, Îbrahîm Gurbuz, Cemşîd Bender, Suleyman Înanoglû û Yaşar Kaya ve hat avakirin. Yekemîn serokê Enstitûya Kurdî ya Stenbolê Apê Mûsa bi navê xwe yî din Zanayê Kurd Mûsa Anter bû.

DI SALA 2000'Î DE JÎ DERIYÊ WÊ HAT MOHRKIRIN

Piştî hat avakirin, bi demeke kurt ji ber tabeleya wê bi kurdî bû, ji aliyê Muduriyeta Nîşantaşiya Stenbolê hat daxistin. Di sala 2000'î de dema Hasan Kaya Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû, der barê wî de doz hat vekirin û heta doz bi encam bû deriyê enstîtuyê hat mohrkirin. Di encama dozê de Kaya beraet kiribû û bi vê re mohra li deriyê enstîtuyê hat rakirin û xebatên xwe domand. Enstîtuya heta sala 2006'an di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) de xebatên xwe domandin, paşê veguherî komeleyekê. Piştî Apê Mûsa, komele li gel hemû astengiyan jî xebatên xwe domand, têkildarî kurdî xebatên xwe domand û her wiha lêkolînên xwe yî têkildarî dîroka kurdî de jî domandin.

GELEK XEBAT KIRIN

Enstîtu ji avakirina xwe heta niha; du ferhengên mezin ên bi kurdî-tirkî, tirkî-kurdî, ferhengeke nîvendî, pirtûkeke rêzimanî, seta hînkariya ziman, dîroka kurdî dî nav de, têkildarî ziman, wêjeya kurdî zêdeyî 50 berhemî weşandiye û her wiha ji bo parastna û pêşvebirina zimanê kurdî gelek panel, semîner û konferans jî li dar xistin. Enstîtu ya ku ji roja ava bûye, di warê ziman û zaravayên kurdî de gelek xwendekar perwerde kirin, gelek mamsote jî gihandin. Ji 1994'an û vir ve Kovara ZEND'ê diweşand û wek saziyeke kurdolojiya ya girîng tevdigeriya.

‘WÊ DEMÊ JÎ HATIBÛ MOHRKIRIN'

Di 31'ê kanûna 2016'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn di çarçoveya madeya 11'emîn a OHAL'ê de fealiyetên 94 komeleyî hatin rawestandin. Di vê çarçoveyê de li Stenbolê polîsan nîvê şevê bi ser Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de girtin û deriyê wê mohr kirin. Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan got, enstîtu ji salên 90'î ve heta niha rastî sepandineke evqasî antî-demokratîk nehatiye û wiha behsa mohrkirina wê yî berê kir: "Wê serdemê, ji bo demeke kurt hatibû mohrkirin, lê niha bêyî hincet wê girtin. Wê demê li benda encama dadgehê hat sekinandin. Heta encama dadgehê girtî ma, lê niha tiştekî wisa jî naxuyê. Ev jî nîşan dide ku, şert û emrcên îro ji yên 90'î xerabtir in. Îro tiştekî huqûqî tune ye. Hikûmet li gor xwe biryarekê dide, hêzên dewletê jî tên û vê biryarê bi cih tînin."

‘JI GELEK DERDORAN KES HATIN Û HÎNÎ KURDÎ BÛN'

Tan diyar kir ku, AKP ji bilî yên xwe saziyên tu derdoreke din naxwaze û got, wê Enstîtiya Kurdî ya Stenbolê ya 24 sal e xebatên xwe didomîne, ji niha û pê ve jî bidomîne. Tan ragihand ku, ji roja enstîtu vebûye heta niha bi hezaran xwendekar hatien û hînî kurdî bûne û diyar kir ku, beriya enstîtu bê girtin 300 xwendekarên wan hebûne û ev hatine mexdûrkirin. Tan anî ziman ku, ji gelek derdorên xwedî bawerî û çandên cuda kes ji bo hînbûna kurdî dihatin saziya wan û wiha got: "Deriyê saziyê ji her kesî re vekirî bû. Kî bihatana hînî kurdî dibû. Ji tu kesî re nehat pirsîn, ji bo çi hûn dixwazin hînî kurdî bibin, bîr û baweriya we çî ye. Di nav kesên hîn dibûn, yên ne kurd û ne ji Tirkiyeyê jî hebûn."

‘EM DIXWAZIN ALTERNATÎFEKÊ JI XWENDEKARÊN XWE RE ÇÊBIKIN'

Tan diyar kir ku, ew dixwazin çareseriyekê ji 300 xwendkearî re bibînin û wiha got: "Em naxwazin xwendekarên me mexdûr bibin. Li cihekî din be jî, em dixwazin dersa wan bidomînin. Di vê serdemê de ji xwe em ber bi dawiyê ve diçûn. Me yê ezmûna xwendkearan bikirina. Lê belê, mixabin belgeyên me, lîsteya xwendekaran û hejmarên wan di hundur de man. Niha em tam nizanin em ê xwe çawa bigihînin wan. Li gor rewşa xwe, heta ji dest me bê em dixwazin alternatîfekê biafirînin."

‘PÊDIVÎ BI DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ HEYE'

Tan ragihand ku, ew dixwazin kurdî bibe xwedî statuyekê û ew di vî warî de têdikoşin û diyar kir ku, biryara hatiye dayîn ne rast e. Tang bang li gel kir û wiha got: "Bila bêtir xwedî li saziyên xwe û nirxên xwe derkevin. Divê em bi paş ve gav neavêjin. Bi gavavêtina paş ve em ê nikaribin xwe biparêzin." Tang bang li rayedaran kir û xwest demildest dev ji vê biryarê berdin û wiha got: "Pêdiviya Tirkiyeyê bi nefretê tune ye. Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasî û aştiyê heye."