Strana 'Porê delala min sor e' wek delîla sûcî hat hesibandin

ERZIROM - Hevşaredara Şaredariya Qereyaziyê Zeynep Han Bîngol ya hat girtin, strana "Porê delala min sor e" ya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li qenala televîzyonekê strî bû li ser medyaya civakî parvekiriye wek "Parvekirina parvekirinên bi mebesta gel derxîne kuçeyan" hat nirxandin û wek delîla sûcî hat hesibandin.

Di çarçoevya operasyonên qirkirina siyasî de, di 9'ê kanûna 2016'an de bi îdiaya "Endama rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" Hevşaredara Şaredariya Qereyaziya Erziromê Zeynep Han Bîngol hatibû girtin û derket holê ku Han, bi nicetên skandalî hatiye girtin.

Parvekirinên civaka medyayî yên Bîngolê ku li dijî girtina girtina parlementerên HDP'î û bi qeyûmana desteserkirina şaredariyan wek bertek parve kiribûn û beşdarbûyîna wê ya merasîma cenazyên YPG'yiyan wek delîlên sûcî hatin hesibandin.

Her wiha parvekirina Bîngolê ya strana "Porê delala min sor e" ya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li qenala televîzyonekê strî bû jî wek "Parvekirina parvekirinên bi mebesta gel derxîne kuçeyan" hat nirxandin û wek delîla sûcî hat hesibandin.