NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de ji bo operasyoneke nû wê bi 8 hezar leşkeran bişlîne El Babê.
Li gorî nûçeya Haber7 hat diyarkirin ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê ya li herêma El Babê de Hêza Çekdar a Tirkiye 8 hezar leşker bişîne El Babê. Leşker dê bi tena serê xwe têkeve herêma El Babê û Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) jî dê wekî hêza piştgir cih bigire. Li gorî nûçeya malpera Haber7'ê piştî kuştina êrişa 16 leşkeran operayon hatibû paşxistin, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) teqwiya çek û cebilxane ji bo herêmê kir û hemû amadehiyên xwe qedandin. Hejmara leşkeran wê derkeve 8 hezaran û li herêmê dê 3 baregeh werin avakirin. Serokomar Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniya xwe ya civîna muxtaran de gotibû ‘Ji bo ku em bikaribin di demeke nêz de operasyona El Babê biqedînin em planeke nû dikin û ev wê di demeke gelekî nêz de çareser bibe.