WAN - Hevşaredarê Şaxê Celalettin Bartu jî di navde 5 siyasetmedarên kurd hatin girtin.
Li navçeya Şaxê ya Wanê di 3'ê Çile de Hevşaredarê Şaxê Celalettin Bartu jî di navde 18 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Ji 18 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes sewqî dadgehê hatin kirin. Li Dadgehê Sulh Ceza Hevşaredar Bartu, Alîgrê Hevşaredar Turgut Babur, Endamê Meclisa Şaredariyê Atar Ertaş û Rêveberê DBP'ê Nihat Babur û Vehbi Batur piştî darizandinê hatin girtin. Dadgehê der barê 5 kes de bi îdîaya "Alîkarî dane rêxistinê" biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Lêpirsîna 13 kesan a li Midûriyeta polîsan didome.