ENQERE - Parazvanê mafên mirovan û Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Akin Bîrdal têkildarî dirêjkirina OHAL’ê û guherandina Qanûna Bingehîn diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tê kelepçekirin. Bîrdal, destnîşan kir ku ger civak bi tevahî bertekê nîşanî OHAL'ê bide dikare dawî li vê rewşê bîne.
Hikûmetê, piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an di 20'ê tîrmehê de ji bo 3 mehan OHAL îlan kir. Hikûmetê piştî 2 caran dirêj kir, beyî Lijneya Wezîran biryarê bide cara 3'emîn OHAL dirêj kir. Serokwezîr Yildirim di 3'ê çile de diyar kir ku wan OHAL cara 3'emîn dirêj kiriye. Di encama OHAL’ê de sazî û dezgehên kurd, şaredarên DBP’ê û parlementerên HDP’ê hedef hatin girtin û her roj bi dehan siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û girtin. Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê û Parlementerê BDP’ê yê berê Akin Bîrdal derbarê dirêjkirina OHAL’ê û guherandina makeqanûnê de ji dîhaberê re axivî û diyar kir ku bêdengiya civakê dibe sedema dirêjkirina OHAL’ê. Bîrdal diyar kir ku ger civak bi awayekî kolektîf bertekên xwe nîşanî vê rewşê bide, dê ev rewşa awarte bi dawî bibe.
‘ÎHLALKIRINA MAFÊ MIROVAN SÎSTEMATÎK DIDOME
Bîrdal, da zanîn ku îhlalkirina mafê mirovan tê sîstematîkirin û wiha axivî: “Ev demek dirêje di bin navê OHAL’ê de mafê mirovan tê binpêkirin. Lê divê ku mirov baş bizanibe ku îro li Tirkiyeyê mafê mirovan bi awayekî zelal tê îhlalkirin û ev yek jî bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Divê bê zanîn ku muxalefetê ya ku ket ser milên wan di vê pêvajoyê de neanî cîh. Divê muxalefetê bi biryarî bertekên xwe nîşanî vê rewşê daba û nehiştiban ev rewş li Tirkiyeyê berdewam bike. Lê mixabin îxtîdarê muxalefet teslîm girt û nehêla ew li dijî vê rewşa awarte rexneyên xwe bikin.”
‘BÊDENGÎ DIBE SEDEMA DIRÊJKIRINA OHAL’Ê’
Bîrdal, bi lêv kir ku ger civakê bertek nîşanî OHAL’ê daba OHAL nedihat dirêjkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha divê mirov bi awayekî berfirehî li vê rewşê binêre. Ger civakek demên wiha de bêdeng bimîne, îxtîdar vê bêdengiyê ji bo xwe wekî firsend dibîne. Ji ber ku civakên Tirkiye û Kurdistanê bertekên xurt nîşanî OHAL’ê nedan ev rewş cara 3’yemîn hat dirêjkirin. Ger ev bêdengî berdewam bike, dê OHAL bi salan bê dirêjkirin. OHAL tesîrê tenê li ser civakê dike. Civak nikare deriyê mala xwe derbikeve. Ger wiha be dê krîza aborî û civakî berdewam bike û dê civak gelek zehmetiyên mezin bikişîn e.”
‘DIVÊ PARLEMENTO PÊŞIYA OHALÊ BIGIR E’
Bîrdal, anî ziman ku divê di zemîna parlementoyê de pêşiya rewşa awarte û OHAL’ê bê girtin û axaftina xwe wiha domand: “Dema ku mirov dibêje demokrasî destpêkê mafê mirovan tê bîra mirov. Ger hûn îro li Tirkiyeyê qala demokrasiyê bikin divê hûn maf û hebûna gelên cuda qebûl bikin. Lê mixabin îro li Tirkiyeyê qala tiştek wiha teqez nayê kirin. Ya din siyaseta parlementoyê ye. Îro muxalefet dibêje ku em di parlementoyê de xwedî hêz in. Ger hûn xwedî hêz bin hûnê bertekên xwe bi awayekî zelal nîşanî îxtîdarê bidin û nahêlên Tirkiye ewqas ber bi xetereyek mezin ve biçe. Divê muxalefet ji bo pêşîgirtina OHAL’ê siyasetê bike û vê hêza xwe nîşanî civakê bide. Ger rewş wiha berdewam bike tiştên xirabtir dê li Tirkiyeyê bên jiyîn.”
‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ JÎ TÊ KELEPÇEKIRIN’
Bîrdal, destnîşan kir ku deriyê demokrasiyê tê kilîlkirin û kelebçekirin û wiha pêde çû: “Îro li Tiriyeyê rewş li holê ye. Azadiya çapemeniyê li holê hatiye rakirin û tenê çapemeniya îxtîdarê dikare serbest nûçeyan çêbike. Her roj em hemû manşetên rojnameyan dibînin. Bi rastî ev manşetên rojnameyên alîgir ên îxtîdarê şermek, mezin e ji bo wan. Demo mirov bibêje çapemenî destpêkê azadî tê bîra mirov. Lê li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê jî wekî azadiya hemû kesê ji aliyê hikûmeta AK Partiyê ve hatiye kilîlkirin û kelepçekirin. Ez vê yekê jî wekî kilîlkirin û kelebçekirina demokrasiyê bi nav dikim.”
‘MAKEQANÛN BELGEYA MAFÊ MIROVAN E’
Bîrdal, herî dawî ev tişt gotin: “Îro şûna ku deriyê demokrasî û hiqûqê bê vekirin mixabin tê girtin. Ger em bixwazin deriyê demokrasiyê vekin divê em hemû bi hev re nerazîbûna xwe bînin ziman û bertekên xwe nîşanî îxtîdarê bidin. Ger em bi awayekî kolektîf bertekên xwe nîşan bidin ên qezenc bikin em in. Makeqanûn belgeya mafê mirovan e. Divê makeqanûnakî wisa bê avakirin ku her kes bibêje ez xwe di vê makeqanûnê de dibînim. Divê metna makeqanûnê ji aliyê hemû kesê ve bê pejirandin. Ger makeqanûnekî wiha bê amadekirin dê azadiyek mayînde jî bê vî welat î. lê mixabin îxtîdar rejîmekî otorîter, yekperest û cudakar diparêz e û dixwaze bi vî awayî welatekê bi rêve bibe. Ev jî xetereyekî mezin e ji bo civakê. Pêvistiya guherandina rejîmê he ye, lê divê ev rejîm li gorî mafê azadî û aştiyê bê guherandin. Ez bawerim ku bertekên civakê dê guherandina makeqanûnê rawestîn e û dê bertekên civakê makeqanûnekî demokratîk bie avakirin.”
Ferît Dere - dîhaber