AMED - Rêvebirên HDP û DBP’ê 4 siyasetmedar û rojanemgerek ku Wezîrê Karê Hundir îdîa kir “di nava KCK’ê xebatên asta jor dimeşînin” derket holê ku bi hinceta îxbara bênav a ji polîsan re hatine hatine binçavkirin.
Di operasyona 30’ê Kanûnê li navenda Amedê pêk hat de endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Salîh Akdogan, endamê Meclîsa partiya HDP’ê Bayram Altun, endamê PM’ê yê berê yê DBP’ê Ercan Akyol, siyasetmedar Mazhar Ozturk û rojnameger Hasan Alma hatin binçavkirin, parêzerên wan piştî 5 roj temam bûn bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Hat diyarkirin ku rewşa tendirûstiya siyasetmedarên kurd û rojanemger ên li Midûryeta Polîsan a Bajar tên ragirtin başe.
Dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne ji ber biryara “veşartî” daniye li ser dosyayê, hat zanîn ku siyasetmedarên kurd ji ber hinceta îxbara bênav heye hatine binçavkirin. Ne hat zanîn ku dê siyasetmedaran kengî derxînin dadgehê. Wezareta Karê Hundir di 30’ê Kanûna 2016’an de di daxuyaniya ji çapemeniyê re da de wiha got: “Di operasyona li tevahiya Tirkiyeyê hatiye destpêkirin de 5 kesên ku tê gotin di xebatên asta jor ên KCK’ê de dixebitin li Amed, Riha û Antalyaye hatine binçavkirin. Wezaret, 5 kesên ku îfadeya wan ne hatine girtin û lêpirsîna wan didome, wekî “rêvebirên xebatên asta jor ên KCK’ê” ji çapemeniyê re ragihand.
HDP û DBP’ê bertek nîşanî wezaretê da û diyar kir ku kesên hatine binçavkirib rêvebirên DBP û HDP’ê ne û operasyon ji bo krîmînalîzekirina partiya wan hatine destpêkirin.