MELETÎ - 4 mamosteyên ku derbarê wan de biryara îxraçê hatibûn dayîn ji ber xwestin biryar paşde bê vekişandin hatin binçavkirin.
Endamên Egîtîm Senê 4 mamoste yên bi biryarnameya KHK’ê hatin îxraçkirin, li Qada 1’ê Gulanê ya li Meletiyê çalakiya “Em karê xwe dixwazin” pêkanîn. Mamosteyên bi navê Ozdemîr Aydin, Engîn Cengîz, Erdogan Canpolat û Ozkan Karataş, ên çalakiya rûniştinê pêk anîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Kedkarên perwerdehiye birin Midûryeta Polîsan a Bajar.