EDENE - Seroka Komîsyona Ciwanan a ÎHD’ê ya Edeneyê Halîme Tunç diyar kir ku li 337 xwendekarên zanîngeha Çukurovayê dixwînin lêpirsîna ceza hatiye vekirin, 5 xwendekar girtîne û wiha got: “Bi sedan xwendekar bi gefên cezakirinê re rû bi rû ne.”
Komîsyona Ciwanan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, rapora xwe ya derbarê mexdûryeta xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê de bi raya giştî re parve kir. Di civîna li avahiya komeleyê hat kirin de Serokê ÎHD’ê yê Edeneyê Îlhan Ongor û hinek xwendekar amade bûn. Ongor, diyar kir ku di sala 2016’an de ji ber wan di çarçoveya xwe îfadekirin, civîn û çalakiyan de mafên xwe yên demokratîk bikar anîne, wan derbarê biryarên lêpirsîn, binçavkirin û girtinê yên ji bo xwendekaran hatine dayîn de raporek çavdêriyê amade kirine. Seroka Komîsyona Ciwanan a ÎHD’ê ya Edeneyê Halîme Tunç jî da zanîn ku di raporê de wan cih daye dosyayên lêpirsînên ji ber çalakiyên girseyî yên hatine kirin hatine vekirin.
‘BI SEDAN XWENDEKAR BI GEFAN RE RÛ BI RÛ NE’
Tunç, anî ziman ku dixwazin bi KHK’yan polîtîkayên zextan rewa bikin û wiha got: “Li tevahiya Tirkiye û bi taybet jî li Edeneyê derbarê sedan xwendekaran lêpirsîn hatine vekirin û bi sedan xwendekar bi gefên cezakirinê re rû bi rû ne. Li dijî aliyê civakê yê herî bihêz xwendekarên zanîngehê hemû polîtîkayên zextan û pêkanîn divê demildest bi dawî bibin.”
Tunç, daneyên di raporê de ne wiha rêz kirin:
* Hêjmara xwendekarên ku derbarê wan de lêpirsîna ceza hatiye vekirin: 377
* Hêjmara dosyayê ku li dozgeriyê li ber lêkolînê ne: 29
* Hêjmara dosyayên ku doz hatine vekirin û hêjî berdewam dikin: 23
* Hêjmara xwendekarên jin ên ku derbarê wan lêpirsîn û doz hatine vekirin: 105
* Hêjmara xwendekarên mêr ên ku derbarê wan lêpirsîn û doz hatine vekirin: 272
* Hêjmara xwendekarên ku li dozgeriyê lêpirsîn hatiye vekirin û doza wan didome: 311
* Hêjmara xwendekarên ku biryara berdanê jê re hatine dayîn: 11
* Hêjmara xwendekarên ceza girtine: 41
* Hêjmara xwendekarên ku dozgeriyê derbarê wan de biryara bêşopandinê daye: 14
* Hêjmara xwendekarên girtîne: 5
Piştî daxuyaniyê filma bi navê “Li Girtîghê ciwanek Heye” hat pêşandin.