Ji hevşaredar Bakirhan re 114 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

SÊRT - Ji Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin re ji ber tevlî merasîma cenazeyan bûye 114 sal cezayê girtîhegê tê xwestin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve hatiye vekirin de derbarê hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê ku hat girtin û li şûna wî qeyûm hatiye îdîaname amade kir. Îdîanameya serdozgeriyê amadekirî ji aliyê dadgeha Sêrtê ve hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de bi îdiaya ku 18 caran 'propagandeya rêxistinê' kiriye, 2 caran bi îdiaya ku 'civîn û meşên dijqanûnî lidar xistiye û rêvebiriye', 'endamtiya rêxistina terorê' 114 sal cezayê girtîgehê ji bo Bakirhan tê xwestin. Bakirhan di îfadeya xwe de gotibû ku: "Di dema erk amin a şaredariyê de ez li bajarê Sêrtê beşdarî bi hezaran cenazeyan bûm. Cenazeyên ku ez beşdarî merasîma wan bûm, bêyî ku lê binerim bê ereb, tirk, kurd an jî ji miletekî din e, yan jî li çawaniya nêrîna wî ya siyasî, wesayitên cenaze hate bikar anîn. Min jî hewl da ku ez bêyî cudakariyê bikim beşdarî van cenazeyan bibim."