Der barê Kurkçu û Baluken de lêpirsînek din

ÎZMÎR - Der barê Serokwekîlê koma HDP’ê Îdrîs Baluken, Parlamenterê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û Hevseroka HDP’a Îzmîrê Dîlek Aykan de ji ber di çalakiya “Hevdîtina siyaseta demokratîk” de axivîne bi hinceta “endamên rêxistinê ne” lêpirsîn hat vekirin.

Li Îzmîrê derbarê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken, Parlamenterê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û Hevseroka HDP’a Îzmîrê Dîlek Aykan ji ber tevlî “Hevdîtina Siyaseta demkratîk” a di çarçoveya “Em pêşeroja xwe nîqaş dikin” de 14’ê Gulanê li Gol Gazînuya Fuara Îzmîrê pêk hat de bi îdîaya endamê rêxistinê ne lêpirsîn hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Midûryeta Polîsan ve hatiye vekirin de, ji bo îfadeyê bang li Dîlek Aykan hat kirin, ji ber Baluken û Kurkçu parlamenterin dosya ji wezaretê re hatiye şandin û hat diyarkirin dê dosyayê vegerînin fezlekeyan.

AXAFTIN WEKÎ DELÎL HATIN NÎŞANDAN

Sucdariya “endamên rêxistinê ne” ya di lêirsînê de ji ber axaftinên Baluken, Kurkçu û Aykan ên di çalakiyê de kirine hatine nîşandan. Dosyaya ku li ser dimenên ku polîsan di deman çalakiyê de kişandine hatiye amadekirin, gotinên “rêveberiya xweser”, “dest nede vîna min” û “tecrîd” ji bo sucdariya “endamên rêxistinê ne” wekî delîla hatin nîşandan.

‘GEF LI WALÎTIYÊ XWAR’

Aykan kul i midûryetê îfade da, ji ber ku ji polîsên dema çalakiyê de dîmen kişandiye gotiye “Binêrin walî dîsa qemera şandiye. Piştî demek dirêj bi gel re hatiye gel hev ez dihizirim ku ev dê ji bo wî gelek baş be” hat îdîakirin ku “gef li walî xwariye.”

Dîsa Aykan dema ji girtîgehê derket piştî 8 rojan tevlî çalakiyê bûye wekî delîlên endamê rêxistinê ye hat nîşandan.

‘HEDEF PARLAMENTERIN’

Akyan derbarê lêpirsînê de wiha got: “Ya li vir di hedefê de ye ne ez im, di çarçoveya girtina parlamenteran de lêpirsîn hatiye vekirin.”