ÎZMÎR - Rêveberê 3'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Aydin Ari bal kişand ser xwendekarên li Tirkiye girtî û diyar kir ku li Tirkiye zêdeyî 500 xwendekar girtî ne.
3'emîn şaxa Egîtîm Senê ya Îzmirê bi armanca balê bikşîne ser zextên li ser xwendekarên zanîngehe û girtina xwendekaran li şaxa Egîtîm Sen'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Nûnerên rêxistinên ciwanan û xwendekarên zanîngehê jî tev li civînê bûn. Hîndekarên zanîngeha Ege û Dokuz Eylulê jî amade bûn. Di civînê de xwendekarê zanîngehê Îlker Savran, diyar kir ku îxrac û dûrxistina kar berdewam dike û wiha got: "Em bi dûrxistin, sirgûn û cezayan gavan paşve navêjin. Dixwazin hemû xwendekarên muxalif ên li zanîngehê perçe bikin û têxin bin kontrola xwe. Lê em nayên vê lîstikê."
'ZÊDEYÎ 500 XWENDEKAR GIRTÎ NE'
Rêveberê 3'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê Aydin Ari jî di civînê de bal kişand ser xwendekarên li Tirkiye girtî û diyar kir ku li Tirkiye zêdeyî 500 xwendekar girtî ne.
Ari anî ziman ku ew dê ji bo hemû xwendekarên mafên wan hatiye binpêkirin dê têbikoşin û xwest êdî xwendezkarên girtî serbest bên berdan. Arî, da zanîn ku ew her dem li cem xwendekaran in û heta dawî li mafê demokrasiyê xwedî derkevin."
Li aliyê din 7 xwendekaren Zanîngeha Dokuz Eylulê yên duh belavokên Laîkê belav kirin û hatin binçavkirin hatin berdan.