Li Îzmîrê teqîn

ÎZMÎR - Li nêzî Edliyeya Îzmîrê, bi wesayîtekê teqîneke bombeyî pêk hat. Li gor agahiyên ewil; di teqîna ku polîsekî û xebatkarekî edliyeyê jiyana xwe ji dest dan de pevçûn derket. Tê diyarkirin ku di pevçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li navenda Îzmîrê, saet di 16.10'an de bi wesayîtekê teqîneke bombeyî pêk hat. Li ber avahiya edliyeyê ya li Barakliyê teqîn pêk hat. Li gor agahiyên ewil, di teqînê de polîsekî û xebatkarekî edliyeyê jiyana xwe ji dest dane û 4 jê giran 9 kes jî birîndar bûn.

JI BIRÎNDARAN REWŞA 4 KESAN JÊ GIRAN NE

Hat diyarkirin ku, ji birîndaran rewşa polîsê bi navê Mehemt Alî Gokçe û welatiyên bi navê Bulent Karagoz, Cansû Guler, Gokhan Mertol giran e. Rewşa polîsên bi navê Ogûzhan Batûhan Atîk, Sîbel Avci û Ersoy Kaya baş e û welatiyên bi navê Nadîre Ayçîçek û Ferîde Karamikoglû jî piştî tedawiyê hatine tabûrcû kirin.

DAXUYANIYA WALÎ

Têkildarî teqînê, yekem daxuyaniya fermî ji aliyê Waliyê Îzmîrê Erol Ayyildiz ve hat dayîn. Ayyildiz got, li ber edliyeyê dema polîsan xwestiye wesayîtekê rawestînin pevçûn derketiye û êrîşkarê di dema pevçûnê de reviyaye wesayît teqandiye. Ayyildiz dest nîşan kir ku, di teqînê de polîsekî û mubaşîrekî jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku, 6 an jî 7 kes jî birîndar bûne.

Ayyildiz got, di pevçûnê de ji kesên teqîn pêk anîne 2 kes jiyana xwe ji dest dane û ragihand ku, 8 roket, 8 bombeyên destan û 2 keleşkof bi dest ketine.

Ayyildiz diyar kir ku, wesayîta duyemîn a aîdî kesên hatine kuştin jî bi awayekî kontrolî hatiye teqandin. Walî Ayyildiz wiha got: "Li gor agahiyên bi dest ketine, em texmîn dikin kiryar PKK'yî ne. Piştî kes hatin tespîtkirin nirxandinek wiha hat kirin."

Ayyildiz diyar kir ku, têkildarî teqînî ew tam nizanin kesê sêyem heye yan na û wiha axivî: "Bi îhtimala ku dê li cihekî din jî çalakî pêk bê, em bi awayekî teyakkûzî tevdigerin."

Hin şahidên bûyerê jî dest nîşan kir ku, beriya teqînê pevçûn rû daye û di dema pevçûnê de du wesayît li hev diqelibin û bi vî awayî teqîn pêk tê.

ŞAHIDÊN BÛYERÊ: VEGUHERÎ QADA ŞER

Li gor vegotinên şahidên bûyerê, teqîneke mezin pêk hatiye û bi teqînê re camên avahiyên li derdorê şikiyane. Hat diyarkirin ku, teqîn bi wesayîtekî spî pêk hatiye û gelek birîndar li hawirdorê hebûne û her wiha şahidên bûyerê diyar kir ku, qad veguheriye qada şer.

Têkildarî bûyerê qedexya weşanê hat ragihandin.

EDLIYE HAT VALAKIRIN

Piştî teqînê avahiya edliyeyê hat valakirin.