MÊRDÎN - Hevşaredarê Şaredariya Mahsertê Suleyman Tekîn jî di nav de 4 kes hatin girtin.
Li Mahsertê ya Mêrdînê, Hevşaredar Suleyman Tekîn û xebatkarên şaredariyê Hakki E., Sercan G. û Mehmet B. ên di 27'ê kanûna 2016'an de hatin binçavkirin, hatin girtin. 4 kesên bi îdiaya êrîşa 23'yê hezîrana 2016'an a li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Mahsertê hatin binçavkirin, piştî karên îfadedayîna li Muduriyeta Polîsan a Mahsertê, sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê hatin kirin. Tekîn û xebatkarên şaredariyê bi îdiaya "Endamê rêxistinê" hatin girtin.
Hat ragihandin ku, kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.