AMED/RIHA - Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, piştî 11 rojan di bin çavan de ma hat girtin. Hevşaredarên Wêranşarê Emrûllah Cîn, Hevşaredarên Hewagê Zeynel Taş û Fatma Dogan jî hatin girtin û şandin girtîgehê.
Hevşaredara navçeya Pasûrê Sadiye Surer ku Walîtiyê peyvira wê ji destê wê girtibû li ser daxwaza Dozgerê Komarê di 26'ê Kanunê de hat binçavkirin û 11 rojan li Fermandariya Cendirmeyan di bin çavan de hat girtin. Suer Baran, piştî 11 rojan sewqî dadgehê hat kirin. Suer Baran piştî dozgeriyê sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Pasûrê hat kirin. Heyeta dadgehê der barê Suer Baran de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxisitnê kiriye" biryara girtinê da
Heyeta dadgehê axaftina Suer Baran a li 2'emîn Mihrîcana Zozanên Şenê ya sala 2014'an wekî hincet nîşan da.
HEVŞAREDARÊN WÊRANŞAR Û HEWAGÊ JÎ HATIN GIRTIN
Li Rihayê piştî êrîşa li dijî Beşîktaşê ya Stenbolê di 12'e kanûnê de 250 siyasetmedardên kurd hatibûn binçavkirin. Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cin û Hevşaredarên Hewagê Zeynel Taş û Fatma Dogan bi îdiaya"Endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê.