Dozger û dadgerên 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' dê bên lêkolînkirin

STENBOL - Di "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê " ya ku 46 rojnameger tên darizandin de heyeta dadgehê biryara di pêvajoya lêpirsînê de xebatkarên darazê yên cih girtine bên lêkolînkirin da.

"Doza Çapemeniyê ya KCK'ê " ya ku 46 rojnameger tên darizandin li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Hin rojnamegerên ku bêyî girtî tên darizandin û parêzer beşdarî dozê bûn û gelek rojnamegeran doz şopandin.

Parêzerên ku mafê axaftinê girtin xwestin ji ber ku delîlên hatine komkirin nehiqûqî ne ji dosyayê bên derxistin û daxwaza beraetê kirin.

Piştî parastina parêzerenan dozger ji ber kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin xwest doz bê taloqkirin.

Heyeta dadgehê jî ji bo ku rewşa îro ya xebatkarên darazê yên ku dosya amedekirine bê lêkolînkirin biryar da ku li malpera Lineya Bilind a Dozger û Dadgeran bê mêzekirin, biryara îxraçkirinan bê lêkolînkirin. HEyetê doz talqî 28'ê Sibata 2017'an kir.