REQA- Ciwan Reqa, di rêya Reqayê de wiha behsa dema ji leşkeriya rejîma Baasê derbasî nav şervanên QSD'ê bû kir: "Ji bo azadiya bajar û mirovên xwe têdikoşim."
Ciwan Reqa, dema leşkeriya rejîma Baasê dikir derbasî nav şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû û got, ew ji bo Sûriyeyek demokratîk têdikoşin.
SÛRIYE RASTÎ HER CURE FERASETÊ DÎT
Ciwan Reqa got, gelên Sûriyeyê zaf ji destê rejîm, DAIŞ, OSO û El Nûsrayê kişandiye û anî ziman ku, dê ev kom tu çareseriyekê neyînin Sûriyeyê, yê çareseriyê hildiberîne hêzên QSD'ê ne. Reqa anî ziman ku, dema ew leşkerê rejîma Baasê bû, DAIŞ'iyan Reqayê dagir kiriye û bi vê re ew û malbata xwe reviyane û got, ji bo hêviya gelên Sûriyeyê ye ew tevlî refên QSD'ê bûye. Reqa ragihand ku, niha jî ji bo ew bajarên xwe ji DAIŞ'ê rizgar bikin, ber bi Reqayê ve pêş diçin. Reqa dest nîşan kir ku, ew bi moralekî mezin bi pêş ve diçin û wiha got: "Me gelk gund ji destê DAIŞ'ê xelas kirin. Gav bi gav em pêş ve diçin, çete nikarin li pêş me xw eragirin. Ji bo bajarê xwe û mirovên xwe azad bikim, têdikoşim."
‘JI BO SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK'
Reqa anî ziman ku, dem dem di navbera wan û DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin û wiha axivî: "Pir nikarin xwe li pêşberî me ragirin. Dema bi ser nakevin jî, pirî caran bombeyan bi xwe girêdidin û diteqînin. Gelek cihê dihêlin û direvin." Reqa anî ziman ku, baweriya gelên Sûriyeyê bi QSD'ê heye û ji bo ev bawerî i valahiyê dernekeve ew li ber xwe bidin û wiha domand: "Heta em hemû bajarên xwe ji vê feraseta çeteyî rizgar bikin, wê şerê me bidome. Me tu derdor an jî gelekî bi tenê nehişt. Me jiyaneke bi hev re derxist pêş. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk pêşveçûyîna me didome."