‘Divê kurd bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin'

WAN - Nûnerên eşîretên Mixurî û Miliyê balê kişandin ser rewşa kurdên li çar perçeyan dijîn û girîngiya Kongreya Netewî ya Kurd a divê kom bibe dest nîşan kirin.

Ji bo kombûna Kongreya Netewî ya Kurd peyamdayîn û bangewaziyên nûnerên herêmê didomin. Li Wanê, nûnerên eşîretên Mixurî û Miliyê balê kişandin ser rewşa kurdên li çar perçeyên Kurdistanê dijîn. Ji rûspiyê eşîra Mixuriyê Haci Mûzaffer Înan ê 90 salî hevdîtina dîrokî ya di 2013'an de li bajarê Selahaddînê yê Herêma Kurdisatan Federe bi bîr xist û got, divê xebat nîvçe nemîne.

‘OCALAN RÊBERÊ KURDAN E'

Înan ê di 90 sal temenê xwe de, Şerê Cîhanê yê Duyemîn, derbeyên di serdema Komarê de, gelek serîhildanên kurda û komkujiyên hatine serê kurdan dîtiye anî ziman ku, dê sala 2017'an li gor salên din saleke bibereket be. Înan ê li navçeya Qelqeliyê xwedî gotin û rêzekê ye diyar kir ku, ew geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne. Înan, Selahaddîn Eyyûbî yê di dîroka kurdan de xwedî cihekî girîng e rexne kir û wiha got: "Selahaddîn Eyyûbî xwedî cihekî girîng bû, lê hêze di dest xwe de tu carî ji bo kurdan, ji bo pêşeroja kurdan bi kar neanî. Di dîroka kurdan de 2 kes hene ku mirov wan dikare wek rêber qebûl bike. Yek Mele Mistefa Barzanî ye û yê din jî Abdûllah Ocalan e."

‘DIVÊ KURD BI XWE BIRYARA PÊŞEROJA XWE BIDIN'

Înan diyar kir ku, ew ji tirkî bêtir bi osmanî dizane û dest nîşan kir ku, niha çewisandin û pêkûtiyên li ser çanda kurdî yênd ema Osamnlî û Komarê derbas kirine. Înan 11 Serokomarê Komara Tirkiyeyê û yê dawî Erdogan berawirdî hev kirin û wiha axivî: "Yek ji wan jî evqasî bi ser kurdan de nehat. Girtina Abdûllah Ocaln û hevserokên HDP'ê bêedaletî ye. Li dijî ev qas êrîş û pêkûtiyan, tenê şerkirina ciwanan têr nake. Ev kar tenê bes bi kurdên her çar perçeyên Kurdistanê dibe û divê bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin."

‘FIRSENDA DÎROKÎ JI DEST ÇÛ'

Înan siyaseta Serokê PDK'ê Mesût barzanî rexne kir û wiha domand: "Dibe ku Mesût Barzanî kurê Mele Mistefa Barzanî be, lê nûnertiya wî ya siyasî nekir. Bavê wî welatparêzekî rasteqîn bû û rêberekî wêrek bû. Gelek caran ji bo yekîtiya kurdan gav hatin avêtin, lê her tim kêm û nîvçe man. Niha hem PKK û hem jî Mesût Barzanî divê dawî li şerê nav xwe bînin û peywira dikeve ser milê wan bi cih bînin." Înan anî ziman ku, gelê kurd ji bo vê xakê ji her gelî bêtir şer kiriye û wiha bang kir: "Heke kurd mil bidin milê hevdu, bawer dikim dê tu tişt xwe li ber wan ranegire. Gelê kurd bi rastî jî ji misilmaniyê bawer dike. mirovê misilman baweriya bi heqîqetê tîne, ji ber vê divê her kes ji bo heqîqetê bigihê hev."

‘KURD LI ŞÊMÛGEKE GIRÎNG IN'

Ji rûspiyên eşîreta Miliyê Haci Mûtalip Gazîogûllari (84) jî diyar kir ku, sala 2017'an ji bo kurdan şêmûg e. Gazîogûllari diyar kir ku, kurd tenê dikarin bi piştevaniya di navbera xwe de hebûna xwe bidomînin û anî ziman ku, ew li Taxa Mor Çîçekê her cejn xwarinê li gund belav dike û dixwaze bi vî awayî peştevaniyê tim zînde bike. Gazîogûllari wiha domand: "Heke kurd bixwazin, tu sedemeke nikaribin bên gel tune ye. Ji Dersimê bigirin heta Zîlanê em tim hatin kuştin û me tim şerê hev kir. Divê kurd li vî şerê li her derî tê jiyîn binihêrin û biryara ew ê çi bikin bidin. Sedsal berê em nehatin gel hev, lê niha firsend e, hemû partiyên siyasî, hemû hêz dikarin hêzekê ava bikin."