STENBOL - Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak a ku li girtîgehê serdana Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk kir, diyar kir ku herî dawî Turk derketiye revîra girtîgehê û wiha got: "Ji ber di qelbê wî de pûl heye, dema di cîhaza X-Rayê re derbas dibe qelbî wî nerihet dibe. Ev jî pirsgirêkê teşkîl dike.
Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak, li Girtîgeha Sîlîvriyeyê serdana Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk kir û têkildarî rewşa tenduristiya wî de agahî dan. Boztoprak a balê kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Turk û got, di qelbê Turk de pûl heye, herî dawî derketiye revîra girtîgehê û diyar kir ku, di encama mûayeneya li revîrê hîn dibe ku, di çavaên wî de katarakt çêbûye. Boztoprak anî ziman ku, dema wê bi Turk re hevdîtin dikir ji ber kataraktê hêstir ji çavên wî dihatin û wiha got: "Divê ji çavê xwe emeliyat bibe, lê ew ji ber ewlehiyê pir nêzî vê nabe. Divê di şert û mercên normal de, ji aliyê bijîşkê kardiyolojiyê ve mûayene bibe û kontrolên wî bên kirin. Lê belê, di şert û mercên girtîgehê de ev pir nepêkan e."
‘CÎHAZA X-RAY'Ê JI BO QELBÊ WÎ ZIRAR E'
Boztoprak dest nîşan kir ku, ferzkirina mûayeneya kelpçekirî heye û wiha got: "Ji ber vê ferzkirinê ji xwe di wan şert û mercan de çûyîna nexweşxaneyê pirsgirêk teşkîl dike. Ji ber di qelbê wî de pûl heye, dema di cîhaza X-Rayê re derbas dibe, ev cîhaza X-Rayê zirarê dide qelbê wî. Ji bo biçe nexweşxaneyê jî divê çend caran di vê cîhazê re derbas bibe. Ev jî prigirêkê teşkîl dike." Boztoprak got, di van şertan da tedawiya rûtîn a Turk nehtaiye kirin û anî ziman ku, ji bo kontrola pûla qelb jî ew biirn cerahiya kontrola demara qelb û pûla qelbê wî hatiye kontrolkirin. Boztoprak diyar kir ku, ji bilî vê tu tedawiyeke kardiyologê nehatiye kirin.
‘HEYET XWEST RAPOR BÊ AMADEKIRIN'
Boztoprak dest nîşan kir ku, herî dawî hefteya çûyî Turk birine revîra nexweşxaneyê û wiha got: "Li wir tehlîlên xwîn û îdrarê kirine. Hîn encamê wê tehlîlê derneketine. Dozgerî bi însiyatîfa xwe xwest, der barê rewşa Ahmet Turk de raporeke heyetê bê amadekirin. Hîn ev rapor nehatiye amadekirin." Boztoprak bi îr xist ku, dema Turk hatiye girtin wan îtirazî girtina wî kiriye û wan ji nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin raporeke hûrguliyane wergirtiye û wiha dest nîşan kir: "Lê guh nedan vê raporê û nehat tehliyekirin. Em wisa difikirin ku, rapora dê di rapora ji aliyê dozgeriyê ya ji heyetê hat xwestin de diyar bibe ku di van şertan de nikare li girtîgehê bimîne. Em dixwazin di van şert û emrcan de derkeve. Hêviya me ev e. Ji xwe rewş li holê ye. Rapor çi divê bila bibê, Ahmet Turk di van şert û mercan de, bi vê pirsgirêka tenduristiyê li odeyeke du kesî tê ragirtin û ev binpêkirina mafê jiyanê ye."
Boztoprak anî ziman ku, ev nêzî 2 meha ye Turk girtî ye û ew ji rewşa wî ya tenduristiyê biendîşe ne û got, her roj hin pirsgirêkên din ên tenduristiyê derdikevin holê û ji ber vê ew dixwazin bê tehliyekirin. Boztoprak anî ziman ku, ew li benda rapora heyetê ne û wiha got: "Heke rapora heyetê erênî be, ji xwe dê bê tehliyekirin. Heke neyîniyek xwe bide der, em ê serî li Saziya Tiba Edlî, Dadgeha Bilind, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin."
HEMÛ TEHLÎLÊN WÎ BIJÎŞKÊN PRATÎSYEN DIKIN'
Boztoprak daxuyaniyên Wezareta Dadê yên têkildarî Ahemt Turk jî nirxand û wiha got: "A rast heke Wezareta Dadê ji bo girtiyekî li ser hev daxuyaniyan bide, ev dide nîşan dan ku divê ev kes demildest bê berdan. Di daxuyaniyên Wezareta Dadê bi awayekî qismî hin tiştên rast hene, lê belê bi giştî em nikarin bibêjin rastiyê didin der. Di daxuyaniya xwe de behsa kelepçeyê nake. Ferzkirineke bi kelepçeyî heye. Ji bo nexweşên li girtîgehên sepandineke rûtîn. Bi heman awayîd ixwazin vê ji bo Ahmet Turk jî bisepînin. Ev bi tena serê xwe binpêkirina mafî ye. Hemû tehlîlên wî li revîra girtîgehê hatin kirin. Li girtîgehan tim bijîşk tune ne. Ev li gor girtîgehan dibe ku biguhere, lê heftê 2 rojan bijîşkên pratîsyen hene, bijîşkê malbatî tê li wir bi usûla nobetê dixebite. Di dema nexweşînekê de, rasterast nikare bi bijîşkê re hevdîtinê pêk bîne. Berê tim bijîşk hebûn, lê niha ne wisa ye. Hemû tejlîlên Ahmet Turk, li revîrê bijîşkên pratîsyen kirin. herî dawî jî di encama tehlîlên roja sêşemê de hat ragihandin ku, ew ê raporakê amade bikin. di daxuyaniyê de Wezareta Dadê got, dê wî sewqî nexweşxaneyê bikin û paşê rapora heyetê dê bê temamkirin."
‘EM NIZANIN JI BO ÇI EM LI VIR TÊN RAGIRIN'
Bozkûrt balê kişand ser gotinên Ahmet Turk ên di her hevdîtinê de diyar dike û wiha got: "Wiha dibêje: 'Ne hewce ye ewqas pirgirêka min î tenduristiyê derxin pêş. Divê ev tişt nebin rojev. Em nizanin ji bo çi em li vir tên ragirtin. Ez rast nabînim ku, rojev bi nexweşîna min û neçûyîna min a nexweşxaneyê re bê meşgûlkirin. Ji kerema xwe vê dernexin pêş."