MÊRSÎN -Di îdianameya der barê 15 endamên Partiya Şoreşger hat amadekirin de, ji bersûcan re bi giştî 405 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de li gel parvekirinên civaka medyayî, rojnameyên ji girtîgehê re hatin şandin jî wek sûc hatin hesibandin û her wiha dozger di îdianameyê de, 15 kesî bi endamtiya TKKKO ya xwe fesix kir tawanbar kirin.
Li Mêrsînê, di tebaxa 2016'an di çarçoveya operasyonên li dijî endamên Partiya Şoreşger (Devrîmcî Patî) de, 15 kes hatibûn girtin. Di îdianameya ji aliyê Serdozgerê Komarê Unsal Demîrcî hat amadekirin de, ji aliyê 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat qebûlkirin. Di îdianameyê de der barê 15 kesî de bi tawanbarkirina "Endamê rêxistinê, propagandaya rêxistinê, zirardayîna mal, bêyî destûr peydakirina madeyên bixetere û pevguherandina wan, biçûkxistin û tehrîkirina gel a ber bi kîn û nefretê" bi giştî ji 183 sal û 9 mehan, heta 405 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.
ROJANMEYÊN ŞANDIN GIRTÎGEHÊ WEK SÛC HATIN HESIBANDIN
Di îdianameyê de kesên behsa wan tê kirin, bi endamtiya Rêxistina Rizgariya Tirkiye û Kurdistana Bakur (TKKKO) a di 1994'an de xwe fesix kir hatin tawanbarkirin. Di îdianameyê de dîrokçeya û stratejiya rêxistinê hat diyarkirin, di nav seksiyonên rêxistinê de Lîseyiyên Şoreşger (DEV-LÎS) û Kovara Rizgariyê (Kûrtûlûş Dergîsî) ya hat diyarkirin ku kovareke legal e, hatin nîşandan. Di îdianameyê de hat derpêşkirin ku, DEV-LÎS baskê ciwana yê rêxistinê ye. Her wiha hat îdiakirin ku, bi rojname û kovarên ji girtîgehan re hatine şandin jî mebest bicihanîna pêdiviyên endamên rêxistinê yên girtî ye.
DOZGER KADER ORTAKAYA WEK 'TERORÎST' ÎLAN KIR
Her wiha endamênr êxistinê ji ber beşdarî merasîma cenazeyê gerîlaya Hêzên azadiya Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş (Cemre Heval) a dema li Minbicê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û piştî101 rojî cenazeyê wê radestî malbata wê hat kirin jî, wek "Propagandaya rêxistinê" nirxand. Dîsa pankartên ku tabloyên Kader Ortakaya, Mahîr Arpaçay li ser û li avahiya Partiya Şoreşger a Mêrsînê hatin daliqandin jî, wek "Propagandaya rêxistinê" û delîlên sûcî hatin hesibandin. Di îdianameyê de Hewldana Partiya Civakiya Azadiyê(TOPG) wek "rêxistina terorî" hat nîşandan û her wiha ji bo Kader Ortakaya ya li sînorê Rojavayê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin jî îfadeyên wek "Terorîsta li ser navê TOPG'ê fealiyetan dimeşîne" hatin bikaranîn.
AFÎŞÊN LI DIJÎ DERBEYÊ WEK SÛC HATIN HESIBANDIN!
Piştî hewldana derbeya 15 Tîrmehê, endamên partiyê li dijî derbeyê xebatên afîşan ên wek "Ne derbe, ne dîktatoriya sivîl dê gel bi ser kevin" û li dijî êrîşên arasteyî gelê elewî jî xebatên afîşan ên wek "Li dijî cîhadîstan divê zilfîkar bên parastin" kiribûn û ev xebat wek delîlên sûcî hatin hesibandin.
Dê darizandina endamên Partiya Şoreşger di rojên pêş de pêk bê.