WAN - Welatiyên ku li Serayê nexweş dikevin, ji ber li navçeyê nexweşxane tune ye piştî saetekî rê xwe digihînin nexweşxaneyê. Li navçeyê tenê Navenda Tenduristiyê ya Malbatê heye û welatiyên serî li vê didin jî, piranî sewqî navenda Wanê tên kirin.
Li navçeya Sera yê Wanê, ku gelheya wê 24 hezar e, ne nexweşxaneya dewletê ne jî ya taybet heye. Li navçeya ku 80 kîlometre dûrî bajêr e, welatiyên nexweş dikevin bi wesayîtê zêdeyî saetekê şûnde xwe digihînin nexweşxaneyê. Li navçeya ji 23 taxan pêk tê, tenê Navenda Tenduristiyê ya Malbatê heye û welatiyên serî li vê didin jî bi piranî sewqî navenda Wanê tên kirin.
ZIVISTANÊ REWŞ ZEHMETIR DIBE
Li navçeyê, ji ber nexweşxane tune ye heta niha bi dehan nexweş jiyana xwe ji dest dane û her wiha bi hatina zivistanê re û bi girtina rêyan re, pirgirêka tenduristiyê zêdetir dibe. Li navçeyê, li gel hemû serlêdanan jî heta niha tu gav nehatiye avêtin û ji bo li navçeyê nexweşxane bê çêkirin, welatiya bi dehan caran serî li Wezareta Tenduristiyê dane û dixwazin demildest çareyek bê dîtin.
KESÊN DERFETA WAN TUNE YE NIKARIN BIÇIN NEXWEŞXANEYÊ
Ji niştecihên Taxa Kûrûcanê Gulçîçek Boydan anî ziman ku, di warê tedawiyê de gelek kêmaniyên Navenda Tenduristiyê ya Malbatê hene û wiha got: "Ez ducanî bûm. Saet di 03.00'yan de sancûyên min dest pê kirin, diviya em biçin nexweşxaneyê. Ji ber li vir tenê ocaxa tenduristiyê heye em çûn wir. Li wir ji me re gotin, 'Em i vir niakrin tiştekî bikin' û ji me re hat gotin ku divê em biçin nexweşxaneyê. Li gel remşa min nebaş bû jî, ambulans neşandin, em bi derfetên xwe çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê."
LI NAVÇEYA 27 SALAN HÎN NEXWEŞXANE TUNE YE
Boydan anî ziman ku, zivistanan rê tim tên girtin û dest nîşan kir ku, kesên derfetên wan hene dikarin biçin nexweşxaneyê, lê yên tune ne nikarin biçin. Diyar kir ku, li navçeyeke 27 salan hîn jî nebûna nexweşxaneyê cihê şermê ye.