Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya îşkenceyê

XARPÊT - Hat derpêşkirin ku, dema 6 girtiyên ji Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatine kirin, li têketina girtîgehê rastî îşkenceyê hatine.

Li ser 6 girtiyên di 2'yê çileyê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê hatin kirin, sepandinên 12'ê îlonê tên ferzkirin. Girtiyê siyasî Refîk Kaçar ê zêdeyî salekê ye girtiye, bi rêya malbata xwe pêkûtiyên rastî wan hatine ragihand. Kaçar got, dema ew hatine Xarpêtê rêveberiya girtîgehê li ser wan hêza xwe dide der û dest nîşan kir ku, sepandinên ku ne kêmî yên 12'ê Îlonê ne li wan tên ferzkirin.

LEŞKER BI DARÊ ZOrê KINCÊN JI WAN KIRIN

Kaçar ragihand ku, li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û wiha vegot: "Dema me ev qebûl nekir, leşkeran bi milê me girt û bi zorê em tazî kirin. Dîsa ji me re wiha dibêjin, 'Hûn ê her sibeh ji bo hejmariyê bibin yek rêz û hûn ê tevî leşkeran sporê bikin.' Dema me qebûl nekir, êrîşî me kirin, li me dan."

BANGA HESTIYARIYÊ

Kaçar dest nîşan kir ku, ewlehiya wan î jiyanî tune ye û wiha got: "Ev sepandinên rûmeta mirov bin pê dikin, qethiyen nayên qebûlkirin. Gardiyan li korîdorên girtîgehê, bi awyaekî fizîkî û devkî tacîzê dikin. Girtîgeh veguheriye îşkencexaneyê. Bêyî sibe dereng bibe, dengê me ragihînin."