QERS - Niştecihên Gundê Olçuluyê yê Qersê, her zivistan ji bo ava vexwarinê bi hesp û kerên xwe berê xwe didin deverên bilind ên gund û berfê berhev dikin. Berfa berhev dikin, dihelînin û bi vî awayî pêdiviya xwe yî avê bi cih tînin.
Li Gundê Olçuluyê yê 16 kîlometre dûrî navenda Qersê ye, her sal bi hatina zivsitanê re pirsgirêk û çîleya avê xwe dide der. Li gundê ku germahiya hewayî 32 derece di bin sifirê de ye welatî 7 mehên salê bi ker û hespan berê xwe didin deverên bilind ên gund û li wan dervan berfê berhev dikin û paşê ji bo bikin av dihelînin.
BERFÊ DIHELÎNIN, DIKIN AV
Ji ber li gund zivistan dijwar derbas dibin, di van şert û mercan de yê herî zêde eziyetê dikêşin dîsa jî jin in. Ji ber serma û cemedê, ava şebekeyê qeşa digire. Jin jî berfa li hawirdorê û deverên bilind ên gundan berhev dikin û bi vî awayî pêdiviya xwe yî avê bi cih tînin. Jin ava di depoyan da ji bo akrê paqijiyê bi akr tînin û her wiha ava ji berfê bi dest dixin jî ji bo xwarinê û hwd. bi kar tînin.
‘EM BI HESRETA AVÊ NE'
Ji niştecihên gund Kadriye Demîr a 80 salî anî ziman ku, ew bi hesreta avê ne û wiha domand: "Salê 7 mehên bê av derbas dibin. Berê ciwan bûm, evqas ji bo min ne pirsgirêk bû. Lê belê, êdî extiyar im, bi zor û heft bela dikarim pêdiviyên xwe bi cih bînim. Nebûna avê ji bo min wek îşkenceyê ye. Heke ne ji cînarê min be, ez ê ji bêavîtiyê bimirim."
‘TAM 65 SALAN MIN BERF BERHEV KIR'
Demîr got, wê di 65 salên xwe de her zivistan ji bo avê li girên gund berf berhev kiriye û wiha axivî: "Li vî gundî, min çavê xwe vekiriye venekiriye av tune bûye. Ez ê çavê xwe bigirim, lê hîn jî av tune ye. Dema siheta min baş bû, ez jî bi hespan diçûm ser girên gund û min berfa paqij berhev dikir. Lê êdî extiyar im, nikarim biçim."