Ji payizê de ji zivistanê re amade ne

ÇEWLÎG - Niştecihên Gundê Gokçekanatê yên behsa jiyana xwe yî gund kirin, diyar kirin ku wan di payîzê de hemû amadekariyên xwe kiriye û ji ber vê zivistanê zehmetiyan nakêşin. Li gundê ku, atmosfereke hevgiritinê heye, girêdayî çand û toreya bav û kala ne.

Niştecihên gundên Çewlîgê yên di zivistanan de heta demek dirêj têkiliya wan bi derve re qut dibe, li gor van şert û mercan jî her li gel wan çandeke zînde heye. Li Gundê Gokçekanatê yê girêdayî navendê, nêzî 100 malbat dijîn. Niştecihên vî gundî, heta niha li gel hemû çewisandin û pêkûtiyên dewletê jî, terka gundê xwe nekirine û xwedî li çanda xwe derdikevin. Niştecihên gund ên nemaze ji dema Serîhildana Şêx Seîd heta salên 2000'î rastî her cure pêkûtiyên dewletê hatin, li gel malên wan hatin şewitandin jî gundê xwe vala nekirin. Malbat debara xwe bi sewalvaniyê û mêşvaniyê dikin. Niştecihên gund her sal beriya zivistanê stokbûna erzakan, êmê heywanên xwe, ji bo şewitandinê êzingên payîzê berhev dikin û li ber deriyên xwe dikin hezaz. Liv û tevegra li gund, her sibeh şeveqê dest pê dike û heta derengê şevê didome. Gundiyên ku bi êmdayîna heywanên xwe dest bi rojê dikin, li gel zêdebûna berfê jî bê astengiyî û zehmetiyî karên xwe dikin.

‘EM ÇANDA XWE HER ZÎNDE DIHÊLIN'

Bavê 10 zarokan Şukru Çakas (72) ê behsa jiyana gund kir got, ew li gund çêbûye û mezin bûye û debara xwe bi sewalvaniyê dike. Çakas diyar kir ku, 8 heywanên wî yên mezin hene û got, berên şîrî yên ew ji heywanan werdigirin ji zarokên xwe yî li bajarên cuda dijîn dişîne. Çakas got, wî hemû zarokên xwe daye xwendin û anî ziman ku, niha her kes xwedî karekî ye. Çakas got, ew û hevjîna xwe tenê li gund dimînin û dest nîşan kir ku, beriya berf bibare ew amadekariyên xwe dikin.

‘LI GUND ROJEVA SOHBETAN ŞER E'

Çakas anî ziman ku, zivistanan pir karê wan tune ye û ji ber vê ew pir rastî zehmetiyan nayên û wiha domand: "Heywanên me li hundur dimînin. Dema dibe êvar jî, em gundî li malekê dicivin. Em ji zarokên xwe re qal û bal berê dikin. Lê ev saleke dawî ye, bi piranî em behsa rojeva siyasî ya Tirkiyeyê dikin. Em dibêjin, dê ev şer çi bibe. Heta ji dest me tê em çanda xwe bi awayekî komunî didin der. Kal û bavên me çawa jiyan, em jî li gor çand û mîrateya wan dijîn. Ji ber em li gund dijîn, me çanda xwe parast. Ji ber vê divê em gundê xwe vala nekin. Heta salên 2000'î dewletê zaf bi ser gundê me de girt. Lê di encama berxwedana gel de, niha tu tengasî û zehmetî tune ne. Pirsgirêk, tengasî û êşên li welat bandorê li me dike. Tenê daxwaza min em salên aştiyane derbas bikin."

‘LI BAJARAN NEXWEŞ DIKEVIM'

Ziraç Çakabay (60) piştî 6 zarokên wê dizewicin, ew bi tena serê xwe li gund dimîne. 33 sal berê hevjînê Çakabay, li herêma bejahiyî ya gund bêyî hincet û sedem ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin. Çakabay got, hîn jî ew nizane hevjîna wî ji ber çi hatiye qetilkirin û anî ziman ku, wî di şert û mercên zehmet de zarokên xwe li gund mezin kiriye. Çakabay got, li gel ewqas êş û azar jî wê gundê xwe neterikandiye û nexwestiye biçe bajaran û anî ziman ku, dema ew diçe bajaran nexweş dikeve. Çakabay anî ziman ku, ew di temenekî biçûk de hem bûye bûka gund hem jî keça gund û got, li gel zehmetiyên xwe jî jiyana gund xweş e.

‘JI JIYANA GUND HEZ DIKIM'

Rabîa Çakabay (54) jî tevî hevjînê xwe li gund dijî. Çakabay a ku bi 2 heywanên xwe yî mezin debara xwe dike got, ew ji jiyana gund zaf hez dike û diyar kir ku, li gund jin bêtir dixebitin. Çakabay got, ew zivistanan zaf naxebitin û diyar kir ku, lê havînan jin pêşengiya her karî dikin. Çakabay got, li gund rojên sohbetê yên jinan hene û anî ziman ku, li gund ew zivistanan xwe bi van sohbetan derbas dikin. Çakabay anî ziman ku, ew li gund xwarinên herêmî û xwazî çêdikin û wiha axivî: "Ji jiyan û hewaya gund hez dikim. Naxwazim li bajaran bijîm. Zarokên me diçin bajaran, lê em naxwazin biçin. Li bajaran kes naçe malên hevdu. Lê em li vir di nav hev de dijîn û dixwazin her li gel hev bin."