'Çekgirtina gelê sivîl dê derbikeve pêşiya dewletê’

STENBOL - Endamê Lijneya Rêvebir a Weqfa Umut Ayhan Akcan, diyar kir ku ji ber hêjmara çekan û sûcên bi çekan tên kirin, Tirkiye di nava 178 welatan de di rêza 10’emîn de cih digire, ji ber bangên rayedarên hikûmetê yên “çekan bigirin” li gelê sivîl dikin dê di nava kom, alî û mezheban de şer bi xwe re bîne û bi çekbûna gelê sivîl dê derbikeve pêşberî dewletê.

Bi taybet piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, bi êrîşên bombeyî yên tên kirin rayedarên hikûmetê ji gelê sivîl re banga “çekan bigirin” kirin û ev bû sedem ku li Tirkiyeyê bi karanîna çeka kesane zêdetir bibe. Li gorî daneyên Weqfa Umut ku li dijî biçekbûna kesan têdikoşe, li Tirkiyeyê ji sedî 85’ê çekên bêruhset, ji sedî 15 yên bi ruhset, herî kêm 20 milyon çekên kesane tên bikaranîn û ji 20 milyon çekan 2.5 milyon bi ruhset û 17 milyon jî bê ruhsetin.

Ger nisûfa Tirkiyeyê ya 80 milyon li ber çavan bê girtin, ji 4 kesan 1’ê çekek digihijê. Ger di cîhanê de biçekbûna di welatan be li ber çav bê girtin Tirkiye di rêza 27’emîn de ye. Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de hêjmara çekên biruhset-bêruhset ji sedî 10 zêde bûye. Li gorî îstatîstîkên Weqfa Umut di salan 2015’an de li Tirkiyeyê 2 hezar û 175 bûyerên ji ber çekan qewimîne di çapemeniyê de cihê xwe girtine. Di vê bûyerê de bi giştî 951 kesan jiyana xwe ji dest da û hinek jê giran 286 kes birîndar bûn. Li gorî vê tabloyê di sala 2015’an de li Tirkiyeyê rojê herî kêm 5 kes jiyana xwe ji dest didin.

‘BI ÇEKBÛNA KESAN NABE ÇARESERÎ’

Li gorî Endamê Lijneya Rêvebir a Weqfa Umut Ayhan Akcan, sedema bi çekbûna li Tikiyeyê wiha ye: “Ji bilî taybetmendiyên çandî li vî welatî kesek xwe di ewlehiyê de hîs nake. Gelek kesên ji çanda hevgirtinê durin û bi çanda kevneşopiyan ve girêdayîne çekan digirin û dixwaze xwe bi parêze. Em difikirin ku bi çekbûna kesan ji bo xweparastinê nabe çareserî. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê rayedarên hikûmetê banga “çekan bigirin” li gelê sivîl kir, em li dijî vê şaşwaz man. Ev tiştekî ne raste. Tirs dihêle ku mirov bi yekane tevbigere. Gel ji qadên jê ditirsin direvin, ji veberhênan direvin, baweriya wan a bi dewletê dişikê û hestên wan ên ku dê nikaribin mal û canê xwe biparêzin zirar dibîne. Ev jî dihêle ku kes bikeve nava bêçaretiyê. Niha rewşek germ heye, piştî darbeyê rewşek germtir derket holê. Hêjî gelek tişt li cihê xwe ne runiştine. Di astek herî jor de nediyariyek heye. Bûyera terorê didome, ji ber vê yekê mirov bi fikarin û tişta herî xwezayî ye ku daxwazên wan ên wiha hebin. Lê ev pirsgirêkê çareser nake. Di rastiyê de tişta bê kirin eve; kalîteya ewlehiya taybet bilindkirine.”

Akcan derbarê banga raryedarên dewletê ya “çekan bigirin” de jî wiha got: “Daxuyaniyên bi vî rengî çareseriyê ava nake beruvajî wê şîdetê bi xwe re tîne. Di şidet û terorê de zêdebûnê çêdike. Ji xwe leşker û polîs vê naxwaze. Di qadên ku polîs û leşker nakevinê bûyerên cidî tên jiyîn. Ev ji zêdebûna şehîdên me diyare. Yanî bi gotina çekan bigirin pirsgirêk nayê çareserkirin, dê bi xwe re şerê di nava kom, alî û mezheban de bîne. Ger wiha bibe dê tu ferqa me ji Iraq, Sûriye û Afganîstanê ne mîne. Ger her kes bi çekê xwe bi parêza û qanûnên xwe bîn dê rewşek kaos derkeve holê û tu pirsgirêk jî nayên çareserkirin. Sedema bi çekbûna gel a li Tirkiyeyê bûyerên civakî ne, divê dewlet mijara çekgirtina kesan ji nîqaşan re veke. Bawerin dê di pevajoya pêşiya me de veke ji xwe xebatên komîsyonên binî hene, ji wê komîsyonê îxtîmalek mezin dê ji me re jî pêşniyar bên û ger nêrîn bixwazin em ê tevlî bibin.”

JI RAYEDAAN RE: BANGA ‘ÇEKAN BIGIRIN’ NEKIN
Akcan, da zanîn ku sala bihûrî asta cînayetên bi çekan ji sedî 60 bû lê niha zêdebûye, gihiştiye ji sedî 70’yan û wiha axivî: “Bi taybet serokên civakê, qanûn çêker, parlamenter, rêvebirên di asta jor de ne divê tu caran bangên ku kesan teşwîqî bikaranîna çekan dike nekin. Ev gelek girînge. Wê demê hûn dikarin çekên derqanûnî biqanûnî bikin. Çek tu caran pirsgirêkê çareser nake û welat ber bi kaosê ve dibe.”

Zuhal Atlan - dîhaber