Buroya Sedsalê: Ocalan di 2016'an de terkî bêdengiya tecrîdê hat kirin

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê şertê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê Girtîgeha Îmraliyê ya 2016'an kirin rapor. Muroyê di raporê de diyar kir ku “Îmralî heta dawiya sala 2016'an dîsa terkî bêdengiya tercîrê hat kirin."

Buroya Hiqûqê Ya Sedsalê, têkildarî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F û şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya sala 2016'an rapor amade kir.
Buroya hiqûqê rapor ji 1'ê çileya 2016- heta 15'ê Tîrmeha 2016 û ji 15'ê tîrmeha 2016'an heta 31'ê kanûna 2016'an wekî du beşan amade kir. Rapor bi çavdêrî û encamê bi dawî dibe. Buroyê di raporê de diyar kir ku mînaka herî şênber a tecrîdê Girtîgeha Îmraliyê ye û hemû pêkanînên li dijî hiqûqê li Girtîgeha Îmraliyê wekî hiqûqê û pîvanên zagonan hatiye nîqandan. Girtîgeha Îmraliyê ji halê ku bê venêrtin û her tişt li wir zelal pêş dikevin hatiye dûrxistin û wekî wekî "pergala tecrîdê ya Îmraliyê" vegeriya ye rejîma înfazê. Parêzeran di rapêrê de bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ya der barê Ocalan de û destnişan kirin ku Tirkiye hêj peyvira li hemberî van biryarên DMME'yê pêk neanîye.
Parêzeran da zanîn ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) xwestine ku biçin li Îmraliyê lêkolîn bike, lê CPT ev daxwaza wan li ber çavan negirtiye. Di rapora ku hat gotin “Îmrali di sala 2016'an de carek din terkî bêdengiya tecrîdê hat kirin" de wiha hat gotin: “Di demên borî yên pêvajoya diyalogê de rol û rista Ocalan a ji bo çareseriyê derdikeve holê. Di serdema diyalogê de çareserî û di serdema tecrîdê de şer û niqaş derdikevin holê. Di pevajoya tecrîdê de şensa Tirkiye ya aştî û demokrasiyê roj bi roj kêmtir dibe. Ev jî nîşan dide ku rola Ocalan a di aştiya Tirkiye de gelek mezin e.

Di rapora ku ji saziyên eleqeder û navneteweyî re bê parvekirin wiha ye:

“Muvekkilê me Birêz Abdullah Ocalan, ji 15'ê Tîrmeha 1999'an heta niha di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin. Di vê pêvajoyê de 10 salan bi tena serê xwe hat hiştin û di yek hucreyê de hat girtin. Ev şert li dijî qedexeya îşkence û muameleya xerab bû. Piştî 10 salank di 17'ê Mijdara 2009'an de 5 girtî şandin Îmraliyê. Ji bilî Brêz Ocalan 5 muvekkil di 15'ê Adara 2015'an de sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag û Kandirayê hatin kirin. Bi qasî di çapemeniyê de jî hat parvikirin 5 girtiyên nû yê wekî ‘Sekreterya’ hatin bi navkirin di 17'e Adara 2015'an de neqlî Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Lê ji van girtiyên wekî sekreterya hatin nasandin Birêz Nasrullah Kuran û Çetin Arkaş di 26'ê kanûna 2015'an de di saetên şevê de ji Girava Îmraliyê li dijî daxwaza wan ew derxistin û di 27'ê kanûna 2015'an de şandin Girtîgeha Hêjmar 9 a Sîlîvrîyê. Ji vê sirgûnê bi awayekî tesadifî di 5'ê Çileya 2016'an agahî çêbûye. Ji 6'ê Çileya 2016'an û şûnde parêzeran her roj serî li dozgeriya Înfaza Girtîgeha Silivrî û midûriyeta girtîgehê daye, lê heta 6 rojan qet hevdîtin nehatiye kirin. Di 11'ê Çileya 2016'an de hevdîtina hatiye kirin li dervê pîvanên hiqûqê di bin qeydê de hevdîtin hatiye kirin. Tenê 15 dekeqiqe mafê hevdîtinê hatiye dayîn. Bi vê mînakê şert û mercên tecrîda li Îmraliyê êdî li girtîgehên bejayiyê jî ketine meriyetê.

HEMÛ GIRTÎ DI HUCREYA YEK KESÎ DE NE

Piştî van geşedanan li Girtîgeha Îmraliyê ji bilî Ocalan, Birêz Omer Hayri Konar, birêz Veysi Aktaş û birêz Hamili Yıldırım her yek bi tena serê xwe di yek hucreyê de tên girtin. hemû ji hev hatine qutkirin û tên îzolekirin. Rojê 4 saetan derdikevin hewşê û hewşê wan ji hev cuda ne. Rojê tenê saetekê di hewşa hevpar de hev dibînin.

LI GORÎ XWESERIYA ÎMRALIYÊ REJÎMA ÎNFAZÊ HEYE

Derfetên li girtîgehên din hene li girtîgeha Îmraliyê nakevin meriyetê. Têkiliya Îmraliyê ji cîhanê hatiye qutkirin. Mafê jiyanê yê tenduristî û civakî hatiye astengikirin û bi tu awayî agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Mafê hevdîtina malbatê, hevdîtina 3 hevalan yên rû bi rû û telefonê mafên bingehîn in. Lê ev maf hatiye qedexekirin. Îmralî di sala 2016'an de ji hemû mafan bê par hat hiştin. parêzer nekarîbûn biçin îmraliyê. Qet telefon nehatiye kirin û tu hevditin nehatine kirin. Ocalan di sala 2016'an de tenê carekê bi birayê xwe re hevdîtin kiriye. Ev jî nîşan dide ku li Îmraliyê tecrîdek xweser heye.

TIRKIYE LI GORÎ BIRYARÊN DMME'ê GAV NEAVÊTIYE

Di 18'ê adara 2014'an de DMME'ê der barê 4 serlêdanên Birêz Ocalan de têkildarî serlêdanên Hêjmar: 24069/03, 197/4, 6201/06 û 10464/07'an biryar daye. Di vê biryarê de diyar kiriye ku rewşa Ocalan têde îşkence û muameleya xerab e. Ocalan bi vî şertê îşkence û muameleya xerab 17 salên xwe li Îmraliyê derbas dike û dikeve sala 18'an.
Ev rewş di 16'ê Hezîrana 2016'an de bi raporekê ji Komîteya Wezîrên Konseya Ewropa re hatiye ragihandin û agahdarkirin.

ÇAVDÊRIYÊN DI NAVBERA 1'Ê ÇIL Û 15'Ê TÎRMEHA 2016'AN DE

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha ji bo parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin bi sedan caran serlêdana daxwaza hevdîtinê hatiye kirin. Lê hevdîtina parêzeran pêk nehatiye. Di navbera 1'ê Çile heta 15'ê tîrmeha 2016'an 57 caran parêzeran serdana daxwaza hevdîtinê kiriye, lê serlêdana parêzeran hatiye redkirin. 47 caran bi hinceta "keştî xerabe ye" hatiye redkirin. 10 caran jî bi hinceta "Muxalefeta hewayê heye" hatiye redkirin. Di vê pêvajoyê de 26 malbatê serlêdan kiriye. Lê serledana malbatê jî bi heman hincetê hatiye redkirin.
Tecrîda li Îmraliyê bi rêk û pêk ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) re hatiye parvekirin.

* Di navbera meha Çile heta Tebaxa 2015'an û heta Çileya 2016'an serlêdanên parezeran hatiye kirin. der barê rewşa muwekil de CPT hatiye agahdarkirin.

* Di navbera Nîsana 2015'an heta Çileya 2016'an û nîsana 2016'an der barê serlêdanên malbatê û parêzeran de CPT ji tecrîda Îmraliyê hatiye agahdarkirin.

Piştî van geşedanan CPT, di navbera 28-29'ê nîsana 2016'an de Girtigeha Îmraliyê ziyaret kiriye. Lê rapora CPT hêj ji cemaweriyêre nehatiye parvekirin.

Mirov dikare beêje hewlada CPT bandora xwe li ser rakirina tecrida Îmraliyê nekiiye. Di Hezîrana 2016'an de têkildarî şertê tecrîdê serî li Raportorê Pêşîlêgirtina Îşkencyea Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin. Lê heta niha tu gavên erênî nehatine avêtin.

ÇAVDERÎ Û PÊŞKETINÊN DI NAVBERA 15'Ê TÎRMEH û 31'Ê KANÛNA 2016'AN

Di 15'ê Tîrmeha 2016'an de li Tirkiyeyê hewldana darbeya leşkerî pêkhat. Piştî hewldana darbeyê di 21'ê Tîrmeha 2016'an pêve hate ragihandin ku dê li tevahiya welat OHAL bê îlankirin. Piştî OHAL'ê li Tirkiyeyê 12 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin, di 22'yê tîrmeha 2016'an de bi biryarnameya OHAL'ê ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin ji bo hevdîtina parêzer û malbatên girtiyan astengiyên cidî hatin kirin li Girava Îmraliyê pêkanînên kêfî û nehiqûqî yên ku 18 sal in berdewam dike bi hin awayî li hemû welat hate belavkirin. Li aliyê din hê biryarnameya OHAL'ê derneketibû "biryara astengkirinê" li Girtîgeha Îmraliyê pêk hatiye.

1'emîn dadgeriya Înfazê ya Bursayê di 21'ê Tîrmeha 2016'an de bi biryara xwe ya 2016/56 D. ve ji girtiyên li Îmraliyê biryarên wiha girt:

* Qexedekirina serdanan,
*Astengkirina ragihandina nivîskî û telefonê,
*Astengkirina belgeyên ku parêzerên girtiyan bidin hatine astengkirin.

Ev biryara ku me îtiraz kir tu bingeha wî ya hiqûqî yan jî pêkanînê tuneye. Madeyên di jî girtiyan nagire nava xwe, hevdîtina parêzer û muwekîlan tu caran nikare bêastengkirin ev yek jî hatiye misogerkirin. Îtiraza ku hate kirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha CEzaya Giran a Bursayê ve bi biryara 26.07.2016 û 2016/1127 D. ve hate redkirin. Li ser vê biryarê di 27.10.2016'an de di çarçoveya mafê şexsî de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hat dayîn. AYM'ê "daxwaza tedbîrê" red kir. Lê der barê esasê de hê jî biryar nedaye.

Piştî heydana darbeyê di çapemeniyê de nûçeyên "Planên Îmraliyê yê darbekaran" hatin weşandin fikarên ji bo ewlehiya canê muwekîlan zêdetir kiriye. Di nûçeya çapemeniyê de îfadeyên wekî "Di şeva 15'ê tîrmehê de dê Girava Îmraliyê bihata bombekirin" "Dê Ocalan bihata revandin" hatine bikaranîn. Di çapemeniyê de nûçeyên ku dê darbekar muwekîlên me biravînin gelek hatin weşandin. Li ser van geşedanan serlêdanên parêzeran a ku her roj tê nûkirine heta 21'ê Tîrmehê bêbersiv hatine hiştin û piştî vî dîrokê jî biryara 1'emîn Dadgeriya înfazê ya Bursayê hincet hatiye nîşandan û hatiye redkirin. Ev biryar jina ragihandina nivîskî, telefon û qedexeya malbatan e û ligel ku ji bo qedexeya parêzeran biryarek tunebe jî wekî hincet tê nîşandan. Di KHK ên ku piştî 21'ê tîrmeha 2016'an tê weşandin vir ve di yekî de jî ji bo qedexekirina hevdîtina parêzeran tiştek tuneye.

CPT NEÇû GIRAVÊ

Ji bo ev geşedanên ku fikarên civakê zêdetir ji holê bên rakirin li Tirkiyeyê bi gelek rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên mafan ve hevdîtin pêk hat û serlêdan hatine kirin. Dîsa di 19'ê Tîrmehê û 26'ê Tîrmeha 2016'an de serî li CPT'ê hat dayîn û hate xwestin ku bi awayeke lezgîn biçin Girava Îmraliyê. CPT di 29'ê tebax-6'ê îlona 2016'an de hate Tirkiyeyê. CTP neçû Îmraliyê piştî serdanê di daxuyaniya çapemeniyê ya ku da de ragihand ku têkîldarî rewşa Girava Îmraliyê bi rayedaran re hevdîtin kirine.

DI SALEKE DE TENÊ HEVDÎTINEK

Ji ber van geşedanan hişt ku 50 siyasetmedarên kurd ji bo ku ji Birêz Ocalan agahiyê bigirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvegere bikin. Greva birçîbûnê ya di 5'ê Îlona 2016'an de dest pê kir di 11'ê îlona 2016'an de di dawiya hefteyekî de Birêz Mehmet Ocalan, çû giravê û bi birayê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî piştî daxuyaniyê jî grev hate bidawîkirin. Ev hevdîtina malbatê yapiştî 6'ê cotmeha 2014'an vir be di 2016'an de bû tekane hevdîtina bi Birêz Ocalan re. Birêz Mehmet Ocalan piştî hevdîtinê qasî çavdêriyên xwe anî ziman ku rewşa birayê wî baş e, di 15'ê Tîrmehê de li dijî wî mudaxaleyek nehatiye kirin. Piştî vî hevdîtinê serlêdanên ji bo hevdîtinê careke din hatine redkirin. Îmrali heta 2016'an dîsa ketiye nava bêdengiya tecrîdê.

CPT'ê di 16'ê Kanûna 2016'an de dîsa der barê serlêdanên malbat û parêzeran ên di navbera 19'ê Tîrmeha 2016 heta 25'ê Mijdara 2016'an hatiye agahdarkirin. Di navbera 15'ê Tîrmeha 2016'an heta 31'ê Kanûna 2016'an ji bo hevdîtina parêzeran 62 serêdan hatine kirin. Dîsa di navbera heman dîrokan de 54 caran jî ji bo hevdîtina malbatê serlêdan hatiye kirin. Piştî hevdîtina malbatê ya di 11'ê Îlona 2016'an hemû serlêdan ji aliyê 1'emîn Dadgeriya înfazê ya Bursayê ve hatiye redkirin.

ENCAM

Saziya Îfazê ya Cezayê ya Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ya li nava Deryaya Marmarayê ya di hundirê sînorê Tirkiyeyê ye bi rejîmekî ku derveyî maf, azadî, rêgez û quralên derveyî gerdunî ve tê revebirin. Piştî hewladan darberê KHK ên ku tên weşandin astengkirina mafê parastinê ya ku li Îmraliyê ji 2005'an pêk tê hatin "qanûnîkirin" û ji bo li girtîgehên din jî bê belavkirin rê hatiye vekirin. Ev pêkanîn qedexekirina parêzeriya girtiyan, roj û dema hevdîtina bi pêrazêran sînorkirin, tevlîbûna rayedarên hikûmetê ya hevdîtina parêzer û muwekîlan, desteserkirina belgeyên parêzeran, hevdîtina parêzer û muwekîlan bi dîmen û deng qeydkirin in. Ligel ku bingeha qanûnî ya van pêkanînan tuneye jî li Girava Îmraliyê ji Hezîrena 2005-27'ê Tîrmeha 2011'an ev di hevdîtina bi parêzeran dihat pêkanîn. Ji tîrmeha 2016'an piştî hewldana darbeyê pêve jî bi OHAL û KHK'an ve ev hatinê qanûnîkirin, ev pêkanîna ku berê li Îmraliyê pêk dihat tê wateya ku pêkanîna li Îmraliyê di nava hiqûqê de derveyî qanûnan e ev tê wateya qebûlkirina vê yekê û nîşan dide ku îmrali her dem bêqanûn û di statuya OHAL'ê de bû.

Em dixwazin bi bîr bixin ku Îmraliya ku di nava rejîm û hiqûqa asayî de bû di 2013-2015'an de cihê hevdîtinên fermî û qanûnî yên pêvajoya çareseriyê ye û Birêz Ocalan aktorê serekê yê vî pêvajoyê ye. Van hevdîtinan ji bo ku pevçûn pêk neyê, pirsgirêk bi riyên polîtîk bên nîqaşkirin û ji bo ku bingehekî xweşbîn pêk rê vekiribû. Ev hemû tiştên ku Tirkiye di 2016'an de pêdiviya wî heye. Pêvojaya ku ji 5'ê Nîsana 2015'an de qut bû şûna xwe ji şerê ku ji tîrmeha 2015'an heta niha berdewam dike re hişt.

Di van şertan de muwekîlê me di tekane hevdîtina ku pêk anî de peyama 'Ev pêvajo me xira nekir. Bi min re ancax ji bo aştiyê bilav hevdîtin bê kirin, ger niyeteke wisa hebe em ê bi projeyên xwe yên aştiyê ve di nava çend mehan de dikarin çareser bikin' da û vî di çapemeniyê de cih girt. Bandorên pêvajoyên diyalogê yên berê ku di civakê de hat dîtin, rola êrênî ya ku Îmraliyê di van pêvajoyan de lîst, pevçûn-tecrîda ku nîşan dire Îmrali di nava bêdengiyê de hiştin terciha jiyana demokratîk û aştiyane roj bi roj qelskirin e.

Yasîn Kobulan - dîhaber