Fatura Beşîktaşê li HDP û DBP'ê birîn: 42 girtinên din

RIHA / STENBOL - Piştî êrîşa li Beşîktaşê 42 kesên ku di nava wan de hevşaredar jî hene û li Riha û Stenbolê hatine binçavkirin hatin girtin.

Piştî êrîşa li Beşîktaşa Stenbolê di çarçoveya operastonên binçavkirinên ên li dijî HDP û DBP’ê hatine destpêkirin de li Rihayê nêzî 250 kes hatibûn binçavkirin û koma ji 65 kesî pêktê derxistin dadgehê. Ji 24 kesên ku di 24’ê Kanûnê de sewqî dadgehê hatin kirin 3 kes, ji 39 kesên di 3’ê Çileyê de sewqî dadgehê hatin kirin 13 kes, ji 42 kesên di 4’ê Çileyê de sewqî dadgehê hatin kirin 18 kes bi îdîayên “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” hatin girtin.

Duh jî koma ji 65 kes pêktê ku dibinçavan de ne piştî 24 rojan sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî dozger îfadeyên wan girtin 30 kes bi şertê kontrola edlî berdan. Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn, Hevşaredarê Hewengê Zeynel Taş, welatiyên bi navê Fatma Dogan, Celal Babacan, Mahmut Yaşar, Îbrahîm Halîl Dodanli, Muzaffer Akcan, Halîl Akbaş, Sedat Çelîk, Servet Kaplan, Salîh Korkmaz, Mazlum Gençdal, Mustafa Çîçek, Kemal Aktaş, Serhat Kaplan, Delîl Yaguş, Îbtahîm Ozturk, Halîme Ata, Salîh Karadag, Remziye Karadag, Mahmut Arikan, Îsmaîl Kahraman, Denîz Kîp, Mahmut Kîp, Şeyhmus Çakirtaş, Hîznî Kiliç, Mehmet Alî Aslan, Halîl Yaman, Caner Can, Cîhan Delîktaş, Şeyhmus Dîk, Dervîş Konur, Gulten Ceylan, Mehmet Alî Kipçak û Bazo Yilmaz ên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

35 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.

Bi dehan kesên ku bi operasyonê hatine binçavkirin jî lêpirsîna wan a li midûyetê bi dawî bûbû hatibûn berdan.

LI STENBOLÊ 7 GIRTÎ

Piştî êrîşa li Beşîktaşê di çarçoveya operasyona binçavakirinê ya li dijî endam û rêvebirên HDP’ê de 13 kesên hatibûn binçavakirin piştî 24 rojan sewqî dadgehê hatine kirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin dozger bi daxwaza girtinê ji 13 kesên sewqî dadgehê hatin kirin Cenap Balli, Gokhan Karza, Muhacîr Îlhan, Kemal Kablan, Ramazan îpek û Fadîme Karabulut Akdag serbest berda û welatiyên bi navê Cuma Alî Akdag, Serhat Elma, Ferhat Yildiz, Gazî Aydemîr, Kiyasettîn Kurt, Hasan Teymur, Serkan Yilmaz jî bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” girt.