Kampa êzidiyan hat valakirin

AMED - Kampa Fîdanlikê ya êzidiyan bi fermana qayûmê Şaredariya Yenîşehîrê ve bi temamî hat valakirin û kon tên rakirin.

Kampa Fîdanlikê ya Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê ku piştî êrîşên DAIŞ'ê ya di 2014'an de êzidiyên ku koçber bûn û hatin Amedê lê diman bi temamî hat valakirin. Kampa Fîdanlikê ya ku bajarekî ji konan hat avakirin 3 sal in ji bo mêvanên ji Şengalê hatine malovaniyê dikir. Piştî vegera welatiyên êzidî hezar û 250 kes diman.

Welatiyên êzidî yên ku qeyûmê di meha kanûnê de tayînî Şaredariya Yenîşehîrê hat kirin ve nehatin xwestin û ji wir hatin derxistin. Welatiyên êzidî birin kampa AFAD'ê ya Midyada Mêrdîne. Konên li kampê jî ji aliyê peywirdaran ve tê tên rakirin.
Ji ber ku derfetên penaberiyê ku ji bo welatiyên ji Sûriyeyê hatine dan,j i bo êzidiyan nehat dayîn derfetên demankirinê nedîditin. Welatiyên êzidî yên ku nedihatin dermankirin ji aliyê Bijîşkên Rûerdê ve dihatin dermankirin. Rêxivstinên civakî yên sivîl jî alîkariya psîkolojîk didan.

Êzidiyên ku li kampê dest bi jiyaneke bi nizam kirin li vir bostan û sera hatibûn çêkirin. Welatiyên êzidî ji ber şertên zivistanê nedihatin ji kampê veqetin ji wan re hatibû gotin ku dê ceryan û ava wan bên birîn. Ji ber vê yekê jî malbat mecbûr mabûn ji vir dekevin.