AYDIN - Li Aydin û Xarpêtê 25 kesên ku di nava wan rêveberên HDP’ê jî hene ji ber parvekirinên xwe yên li ser tora civakê bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” hatin binçavkirin. Li Semsûrê jî bi heman hincetê 3 kes hatin girtin.
Li navçeya Efeler a Aydinê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin û 10 kesên di nava wan de rêveberên HDP’ê jî hene parvekirinên wan ên li ser tora civakî hincet hatin nîşandan û hatin binçavkirin. Li malên ku lêgerîn hatin pêkanîn polîsan dest danîn ser bîlgîseyar û telefonan. Hat zanîn 10 kesên hatin binçavkirin birine Midûryeta Polîsan a bajar.
SEMSÛR
Li navend û navçeya Samsat a Semsûrê jî 3 roj berê 5 kesên ku ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kesên bi hinceta li ser tora civakî “propagandaya rêxistinê” kirine ji aliyê dozger ve îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê ewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî welatiyên bi navê E.B. û H.T. serbest berdan û O.B., Î.H.D. û A.R.Y. jî bi heman îdîayê girtin.
Welatiyên hatine binçavkirin şandin Girtîgeha Tîpa E a Semsûrê.
XARPÊT
Di çarçoveya operasyona ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê Xarpêtê ve hatiye destpêkirin, li navend û navçeyên bajar polîsan di saetên serê sibê de biser malan de girtin. Hevseroka HDP’ê yê Zarpêtê Ayfer Yilmaz, Rêveberê Navenda navçeyê yê HDP’ê Nîhat Akdemîr, Hevserokê berê yê DBP’ê Turan Çelîk û 15 kesên ku navê wan ne hatin zanîn û bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kirine” derbarê wan de biryara binçavkirinê hebû hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a bajar.
Hat zanîn kesekê ku derbarê wî de biryara binçavkirinê heye tê lêgerîn.