ÎZMÎR - Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, diyar kir ku nasnameya du kesên êrîşa Îzmîrê pêk anîne hatiye tesbîtkirin û 18 kes jî hatine binçavkirin.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, tevlî merasîma cenazeyê polîsê bi navê Fethî Sekîn û katibê dagehê Musa Can ên di êrîşa Îzmîrê de jiyana xwe ji dest bû. Piştî merasîma cenaze Bozdag daxuyaniyek da û wiha got: “Nasnameya terorîstan hatiye tesbîtkirin. Em niha nikarin nasnameya wan parve bikin. Derbarê lêpirsînê de 18 kes hatin binçavkirin. Ji birîndarên li nexweşxaneyan tên dermankirin 2 kes ji nexweşxaneyê derketine. Dermankirina 2 polîsên, 3 parêzer û 2 sivîlan ên birîndar didome. Birayê me Fethî Sekîn ku qehremaniyek mezin kir pêşî li bûyerek mezin girt. Jiyandina navê wî peywira me ye, ji bo em navê wî bidin cihekê û bidin jiyîn bi hevalan re nîqaşên me didomin.”