AGRÎ - Li ser riya Bazîd û Çaldiranê leşkeran wesayîta ciwanê bi navê Fettah Guzel rawestandin û ciwan dema ji ber îşkenceyê ji qereqolê reviya ji aliyê leşkeran ve hat birîndarkirin.
Ciwanê binavê Fettah Guzel (26) ê ku ji navçeya Bazîda Agiriyê diçû Wanê hat binçavkirin û li Qereqola Çatenliyê bi çekê hat birîndarkirin. Guzel ku ji kemaxa zwe birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin dema Guzel bi wesayîta xwe diçû Wanê, li ser riya Çaldiranê ji aliyê leşkeran ve bi hinceta “di wesayîtê cigara qqçax heye” hat rawestandin. Guzelê ku di wesayîta wî de lêgerîn hat pêkanîn birin Qereqola Çetenliyê. Leşkerên ku di wesayîtê de tiştek ne dîtin, Guzel derpkirin. Guzel ji bo ji îşkenceya dîtî bireve ji qereqolê reviya, li ser vê yekê leşleran gule lê reşandin û Guzel ji kemaxa xwe birîndar bû.
Guzel ku rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê tê dermankirin û nexweşxane ji aliyê leşleran ve hatiye dorpêçkirin.