WAN - Şaredariya Şaxê 3 rojin di bin dorpêça polîsan de ye. 3 rojin destûr nayê dayîn kes derbasî şaredariyê bibin.
Şaredariya Şaxê ya Wanê ji 3'ê çile heta niha di bin dorpêça polîsan de ye. Polîs 3 rojin destûr nadin kes derbasî Şaredarkiya Şaxê bibin. Li gel seatê mesayê diqedin jî dorpêça polîsan didome. Polîs û leşker li deriyê şaredariyê rawestiya ne û kesên dixwazin derbasî Şaredariyê bibin rastî astengiya polîsan a "Ketina şaredariyê qedexe ye" tên. Polîsan Hevşaredarê Şaxê Celalettin Bartu jî di navde 18 kes binçavkiribûn û Hevşaredar jî di navde 5 kes hatibûn girtin. 13 kesên ku Endama Meclîsa Şaredariyêk Nazire Bakla, Rêveberê HDP'ê Fazil Şipal jî hebû hatibûn berdan.
Hêj 9 kes jî di bin çavan de tên girtin.