‘Li vî welatî hewldanên dawîlêanîna weşangeriya azad xeyalî ye’

STENBOL – Rojnamevan û nivîskarên ku li dijî daxwaza cezayê muebetê ya ji bo xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê yên girtî tê xwestin bertek nîşan dan diyar kirin ku, ev biryareke siyasî ye û wiha gotin: “Bi van îddianameyan derket holê ku, li vî welatî hewldana dawîlêanîna weşana azad tiştekî xeyalî ye.”

Di 16’ê tebaxê de ji aliyê 8’emîn Dadweriya Cezayê Sulhê ya Stenbolê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû girtin. Piştî girtina rojnameyê Dozgerê Komarê yê Buroya Sûçên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Ûmût Tepe, der barê 9 rêveberên rojnameyê de îddianame amade kiribû.

Di îdianameyê de, 9 rêveberên rojnameyê yên ku Gerînendeyê Weşanê Bîlîr Kaya, Gerînendeyê Karên Nivîsê Înal Kizilkaya û endamên Lijneya Şêwirmendiya Weşanê Asli Erdogan û Necmiye Alpay ên girtî jî di nav de bi îdiayên wek “xerakirina yekîtiya dewletê û yekparebûna welat”, “endamê rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên tawanbarkirin. Li gel vê her diçe li dijî daxwaza xwestina cezayê muebetê ya ji bo rojnamegeran jî bertekdayîn zêde dibin.

‘Tu pêwendiyeke cezayê muebetê bi huqûqê re tune ye’

Aktivîst Zale Karademîr anî ziman ku, tu pêwendiya cezayê muebetê yê rojnameger pê tên darizandin bi huqûqê re tune ye û got, di bûyerên îstîsmarkirina zaynedî de dewlet cezayê tê heqkirin nade, bi ser de bersûc tên xelatkirin. Karademîr wiha doamand: “Kesên bûyerên zayendî derdixin holê, van kirêtiyan deşîfre dikin tên cezakirin. Em wisa fêm dikin ku, ew cezayê ku ji bo Asli û Necmiyeyê hatiye dayîn, di esasê xwe de ji bo hemû kesên li dijî van neyîniyan dertên hatiye dayîn. Qethiyen em qebûl nakin. Ez bi awayekî derhuqûqî darizandina Asli Erdogan, Necmiye Alpay, xebatkarên Ozgur Gundemê, xebakarên DÎHA’yê, hemû xebatkarên çapemeniyê yên girtî û di bin çavan de napeyitînim. Tu cezayî jî heq nakin. Tenê mafê xwe yî çêkirina nûçeyan bi kar tînin.”

‘Xeyala dawîlêanîna weşangeriya azad’

Sekreterê Giştî yê Weqfa Aşitiyê Hakan Tahmaz jî diyar kir ku, bi cezayê muebetê darizandina rojnamevan û nivîskaran, biryareke siyasî ye û wiha got: “Em ne mektebiyî ne, lê weke kesekî ji huqûqê fêm dike, em dizanin dê kîjan bersûc li gor kîjan sûcî û bi kîjan zagonê bê darizandin. Biryareke siyasî hatiye dayîn, kurtûkurmanciya wê ev e. Belgeya vê tê amadekirin. Bi van îddianameyan derket holê ku, li vî welatî hewldana dawîlêanîna weşana azad tiştekî xeyalî ye.”

‘Ji ber piştevaniya tevgera kurd kirin tên darizandin’

Helbestkar Mîraç Koz jî anî ziman ku, Tirkiye ber bi rejîmeke teokratîk ve diçe û îktîdar dixwaze hemû dengên muxalif bitepisîne. Koz ev tişt dest nîşan kirin: “Di serî de Asli û Necmiye û bi giştî hemû demokrat ji ber piştevaniya tevgera kurd kirine tên darizandin. Wekî din tu tişt tune ye. Li vî welatî, li gor îktîdarê yê ne alîgir be hemû terorîst û xayîn in. Vê disepînin. Tu aliyekî vê yî mirov biheyire tune ye. Lê aliyekî ku mirov biheyire heye ew jî ev e; em di cenazeyan de, di girtina rojnameyan de dibêjin mil bi mil, lê belê tenê bi gotinê dimîne. Sed mixabin, tekoşîna hêzên demokrasiyê ya li dijî faşîzmê bi tena serê xwe didome, ne mil bi mil e. Ji bo hemû hevalên me derkevin, divê hêzên demokrat ne cuda cuda, lê divê di heman eniyê de werin gel hev. Heke vê nakin, yanî têkoşîna mil bi mil tercîh nakin, ewçax divê nepûk in û gazinda jî nekin.”

‘Em naxwazin kesera xwe ji rojnameyên qerpal bixwînin’

Nivîskar Ayşegul Tozeren jî dest nîşan kir ku, ew ji malpera çapemeniya hewzê hay ji îddianameya nivîskar û rojnamevanan bûne û wiha got: “Berê ji Rojanmeya Zamanê hayê mirovan ji dozên weke Balyoz, Ergenekonê çêdibû. Niha Rojanmeya Zamanê guherî, bû Rojnameya Sabahê. Em naxwazin ji rojnameyên qerpal pêvajoya huqûqî fêr bibin. Em dixwazin ji parêzerên xwe hîn bibin.” S

‘Hîn jî fam nekirin ku nikarin bi zorê hin tiştan tune bikin’

Nivîskar Sînem Ergun anî ziman ku, rojnamevan û nivîskar ji ber fikrên xwe rastî cezayê muebetê tên û wiha axivî: Sazî û dezgehan digirin, nivîskar û rojnamevanan digirin. Mixabin hîn jî fam nekirine ku nikarin hin tiştan bi darê zorê û pêkûtiyan tune bikin, mixabin hîn fam nekirine.”