AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozen ê di çalakiya ji bo Serokê wan Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin de axivî û wiha got: “Êdî gotineke em bêjin ne maye. Em bang li rayedaran dikin ku soza dane bicih bînin.”
Baroya Amedê di hefteya 58’emîn a qetilkirina serokê wan Tahîr Elçî de ji bo kujer bên dîtin, ji bo bi awayekî bibandor lêkolîn bê kirin û dozya bileztir bibe li ber Dadgehê çalakî pêk anîn. Di çalakiya ku gelek parêzer tevlî bûn de pankarta ku wêneyê Elçî û nivîsa bi kurdî û tirkî ya “Em te ji bîr nakin” hat vekirin. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û wiha got: “Êdî gotineke em bêjin ne maye. Ji bo cînayeta serokê baroya me Tahîr Elçî bê ronîkirin em li bendê ne ku tişta dikeve ser milê rayedaran pêk bînin. Em bang li Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Hundi û rayerdarên din dikin ku soza dane bicih bînin.”
Daxuyanî bi çalakiya 5 deqe rûniştinê bi dawî bû.