WAN - Piştî Hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu beriya 3 rojan hat girtin qeyûm tayînî şaredariye hat kirin.
Bi dehan polîs û leşkeran di 3’ê Çileyê de bi ser Şaredariya Şaxê de girtin û piştî lêgerîn pêkanîn Qeymeqamê navçeyê Haci Asim Akgun wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Li navçeya ku hevşaredarê Şaxê Celalettîn Bartu hat girtin, qeyûm Akgun hatibû avahiya şaredariyê û bi xebatkarên şaredariyê re civînek li dar xist û diyar kir ku wekî qeyûm hatiye tayînkirin.