STENBOL - Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi biryranameya KHK’ê hat girtin Yasîn Kobulan, dema ji bo îfade bide çû Midûryeta Polîsan a Stembolê TEM’ê bi lêpirsîna duyemîn re rû bi rû ma. Hinceta lêpirsînê jî ji ber axaftinên Demîrtaş û nûçe parvekirine hat nîşandan.
Lêpirsînên derbarê rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibin. Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a ku bi biryarnameya KHK’ê hat girtin Yasîn Kobulan di çarçoveya giliyê ku Fermandarê Cendirmeyan a Herêma Amedê Musa Çîtîl kiriye ji bo îfade bide çû Midûryeta Polîsan a Stembolê TEM’ê bi lêpirsîna duyemîn re rû bi rû ma. Serdozgeriya Komarê yê Stenbolê, derbarê Kobulan de 9’ê Mijdara 2016’an de lêpirsîn hat vekirin û parvekirinên li ser Twîtter û Facebookê wekî hincet hatin nîşandan.
Kobulan, di çarçoveya lêpirsînê de bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” tê sucdarkirin, mijarên bûne sedama lêpirsînê jî parvekirinên wî yên li meha Tebax, Îlon û Cotmeha 2015’an de hat nîşandan. Her wiha agahiyên di dema qedexeyên li bajaran hatinparvekirin, nûçeyên wê çêkirin û axaftinên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş wekî sûc hatin nîşandan.