ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê di encama operasyona bejahî ya leşker û cerdevanan pevçûn derket û herî kêm 2 leşker mirin, gelek leşker birîndar bûn.
Li Şirnexê bi tevlîbûna sedan leşker û cerdevanan li hember herêmên Bîrava, Qernê, Basret û Dêrşew ên Çiyayê Gabarê operasyona bejahî hat destpêkirin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine stendin beriya 2 rojan bi şev operasyonê destpê kiriye û îro di encama pevçûnên leşker, cerdevan û gerîlayên HPG'ê de herî kêm 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û gelek leşker birîndar bûne.
JI CIZÎR Û SILOPÎ LEŞKER TEVLÎ OPERASYONÊ BÛNE
Her wiha hate hînbûn ku gelek leşker ji Cizîr, Silopî û Qereqola Îkîzce ya bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê tevlî operasyonê bûne û gelek wesayîtên leşkerî sewqî herêmê hatine kirin. Ji bilî leşkeran gelek cerdevanên bajaroka Qesirgê ya Cizîrê û bajaroka Dêrgulê jî tevlî operasyonê bûne. Leşker û cerdevanên tevlî operasyonê bûne cilên zivistanê yên spî li xwe kirine û operasyon li herêmê berdewam dike.
Hate hînbûn ku leşkerên jiyana xwe ji dest dayîn û yên birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.