Gerînendeyê hat îxrackirin dest bi xwedîkirina heywanan kir

DERSIM - Li Pulurê, Mamosteyê Kompîturê Tûrgay Bîlge yê hat îxrackirin, li gundê xwe dest bi xwedîkirina heywanan kir. Bîlge dest nîşan kir ku, mebesta îxrackirinan sirgûnê di xwe de dihebîne û da li ser xaka xwe hilberînê bikin bang li hemû mamosteyan kir.

Li Dersimê, ji 53 perwerdekarên bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin, yek jê mamosteyê Kompîturê û gerînendeyê Dibistana Navîn a Şehît Cumhûriyet Savcisi Mûrat Ûzûnê, Tûrgay Bîlge ye. Piştî îxarckirinê Bîlge, li Gundê Dûya Eynê yê Pulura Dersimê dest bi sewalvaniyê kir. Bîlge yê li gund 4 golikên wî yên ji cinsê Sîmentaliyê hene, da li xaka xwe hilberînê bikin bang li hemû perwerdekarên hatin îxrackirin û ji peywirê hatine dûrxistin kir.

‘MEBESTA ÎXRACÊ BELAVKIRINA SERKETINA DERSIMÊ YE'

Bîlge balê kişand ser îxarckirinê û dest nîşan kir ku, Dersim di warê perwerdekariyê de xwedî kadroyeke baş e û bi vî awayî xwestin wê belav bikin. Bîlge wiha got: "Wisa xuyaye hin kes naxwazin li bajêr tiştên baş çêbibin. Li Dersimê kadroyeyeke mamosteyan heye ku, di çen salên dawî de xwendekarên wan di TEOG'ê di dereceyê de ne. A rast hewldan vê derê bi topyekûnî belav bikin, em jî di encama vê de hatin îxrackirin."

PIŞTEVANIYA TÊKOŞÎNÊ

Bîlge got, ji bo ew li ser xaka xwe bimîne dest avêtiye karê xwedîkirina heywanan û wiha domand: "Dema em mamoste bûn, me karê xwe baş dikin. Piştî îxracê min dest bi akrê xwedîkirina heywanan kir, ku li Pulurê her kes ji vî akrî fêm dike. Pêşî min heywan kirîn. Paşê bi saya gundî û hevalan min ka peyda kir. Veguhêzkar heqî veguhastinê nestendin. Wisa dixuyê ji ber me li vir karekî baş kiriye ku, em rastî hezkirina mirovan tên û her kes alîkariyê dike."

BI PIŞTEVANIYÊ JI DERHEQÊ ECEMÎTIYÊ DERKET

Bîlge got, ew her sibeh saet di 07.00'an de hişyar dibe û qofetan avê dide golikan, paşê êmê wan dide wan û herî dawî bin wan paqij dike. Bîlge anî ziman ku, dema wî ewil dest bi akr kiriye ecemî bûye û wiha axivî: "Min baş nizanibû ez ê çi qasî êm û çiqasî evê bidim heywanan. Ez hînî vana bûm. Di vî warî de zaf rastî alîkariya mirovan hatim. Heywaneke min nexweş ket, yekî ji wan derzî anî, yekî diviya çêbikim rê nîşan da."

Bîlge anî ziman ku, ji Kastamonû, Îzmîr, Riha û Eskîşehîrê di warê madî de mirovan alîkariya wî kiriye û wiha ragihand: "Mirov alîkariya me dikin. Dema em tiştekî dikin, ewil daxwaza pereyan nakin. Li vir tekane mebesta mirovan ew e ku, 'Em ê Mamoste Tûrgay çawa li vir bigirin?' Zaf alîkariya min dikin."

LI KEDKARÊN ÎXRACKIRÎ BANGA 'HILBERÎNÊ'

Bîlge dest nîşan kir ku, ew baş bi keda mamosteyên bi wî re hatine îxrackirin dizane û bang li hevpîşeyên xwe yî hatin îxrackirin kir. Bîlge: "Belkî jî ji bo ez ji bo hevalê xwe yî din pêşengiyê bikim, min ev gav avêt. Dawiyê em dixwazin vî karî tevî hevalên xwe yî hatine îxrackirin bikin. Em mecbûr in ji xwe re alternatîfekê hilberînin. her tişt ne mamostetî ye, bijardeya ewil hat hişê me ev bû. Kî dibe bila bibe, em amade ne vî karî bi wan re bikin. Em baş dizanin bê ked çî ye."